Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp ragîhand ku rejîma Îranê li ser lêva kendalê sernixûniyê ye û giheştye dawiya rê

13:09 - 12 Adar 2026

Donald Tiramp, serokomarê Amerîka, ragehand ku rejîma Îranê li ser lêva kendalê herifînê ye û hoşdarî da ku hêzên Amerîka dikarin êrîşan bi awayekî tundtir bikin ku avedankirina Îranê gelek zehmet be.

Herwisa Tiramp got, ew gihane dawiya rê, herwisa îşare bi vê yekê jî kir ku Waşingtin bi micidî çav li pirsa gevriya hormizê dike û fikrê li kontirolkirina vê dike,

Di hember de Mesûd pizîşkiyan di peyamekê de got: rêya dawîanîn bi şer, naskirina mafên Îranê û dana qerebûya ziyana ne.

Hevdem dezgehên ewlehî ên Amerîka bi sedema rêgirtin li hinek peywendiyên di nav wan şanan, di rewişa amadebaşiyê de ne.

Tiramp ev yeka jî got ku Amerîka bi azadî li esmanê Îranê de tevdigere û pêgeha welatê wî di vî şerî de gelek bihêz e.