Ajansa Ewlehiuya Deryayî ya Birîtaniyayê “UKMTO” ragihand ku li roja Çarşemî 11ê Adarê, 3 gemiyên ticarî li tengav anku geviya Hormoz de bûne armanc û yek ji wan gemiyan ku li beşa herî tengav a geviya Hormoz de piştî êrîşkirina bo ser, agir pêketiye.
Ajansa “UKMTO”yê ti îşareyek bi xisarên pêketî bi wan gemiyan û herwisa alaya ser wan gemiyan nekiriye lê hêzên hov û xoserên rêjîmê, bi armanca xisargihandin bi welatên din, her gemiyekê ku bikarin, li Kendav û geviya Homoz de dikin armanc.