N. Mojgan Elîpûr
W. Hesen Mukerem
Eger em li têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê binêrin, em dibînin ku têkoşîna ji bo dêmokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê têkoşîna guhertina rejîmê bû, lê di heman demê de têkoşîna guhertina bingeha pergala siyasî û civakî bûye. Demokrasî wateya xwe ya tevahî digire dema ku hemû beşên civakê bikaribin bi wekhevî beşdarî pêvajoya biryardan û çêkirina polîtîkayê bibin. Di vê çarçoveyê de, beşdariya jinan ne tenê daxwazek zayendî û civakî ye, lê di heman demê de pêdiviyek siyasî ya bingehîn e.
Beşdarbûna jinan di siyaset û hikûmetê de yek ji prensîbên sereke yên demokrasiyê ye, ji ber ku demokrasî ne tenê li ser hilbijartinan e, lê di heman demê de li ser temsîliyeta rastîn û wekheviyê di çêkirina siyaset û biryardanê de ye. Bêyî beşdariya çalak a jinan û rola wan di avakirina hikûmetê de, demokrasiyeke tam bi awayeke ku wekhevî û hevsengiyek di navbera beşdarbûna hemû beşên civakê de hebe, nayê misogerkirin.
Femînîzma siyasî yek ji girîngtirîn tevgerên rewşenbîrî yên sedsalên 20 û 21an e ku hewl dide têkiliya di navbera zayend û desthilatdariyê de şîrove bike. Ji perspektîfa vê teoriyê ve, siyaset ne tenê qadeke ji bo biryardanê ye, lê di heman demê de qadeke ku têkiliyên desthilatdariyê lê çêdibin û berdewam dikin e. Dîroka têkoşîn û ezmûna jinan modelek serketî ye.
Jin di gelek civakan de ji pêvajoyên biryardana siyasî hatine dûrxistin. Desthilata siyasî li Îranê di bin Komara Îslamî de her tim hewl daye ku desthilatdariyê di çarçoveyek siyasî ya teng a zıplama de bihêle û qet nehiştiye ku jin bi bandor beşdar bibin. Bi rastî, hebûna partiyên siyasî û rola wan a bi bandor li ser civaka Kurdî dikare weke sedema sereke were hesibandin.
Li gorî vê, ji perspektîfa vê teoriyê ve, modela têkoşîna jinan û beşdariya jinan di siyasetê de ne tenê ji bo mijarên zayendî û wekheviyê ye, lê di heman demê de ji bo guhertina şêweyê desthilatdarî û biryardanê ye jî. Bi gotineke din, jinan bi rêya femînîzma siyasî ji bo wekhevî, edalet û demokrasiyê têkoşîn kirine.
Bê guman, mijara jinan rasterast bi mijara demokrasiyê ve girêdayî ye. Demokrasî ne tenê tê wateya hilbijartin, lê di heman demê de temsîliyeta rastîn a civakê jî tê wateyê. Ger nîvê civakê, jin, ji pêvajoya biryardanê bêpar bimînin û nikaribin bi tevahî beşdarî hemû waran bibin, pergal nikare tevahiya civakê temsîl bike. Ev mijar û tevgerên li pey hev ên çend dehsalên borî, ku ya herî berbiçav tevgera Jînayê ye ku jinan tê de roleke pêşeng lîstin, di nav van hewldanan de ne.
Bêyî rola jinan, behsa dîroka têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nayê kirin. Di qonaxên cuda yên têkoşîna neteweyî û siyasî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de, jin her tim beşek girîng a tevgeran bûne, çi rasterast û eşkere beşdarî refên hêzên Pêşmerge yên hêzên Kurdî bibin, çi jî di nava rojhilat de bin; Ji rêxistinên civaka sivîl bigire heya rêxistinkirina civakî û afirandina hişmendiya neteweyî û siyasî. Vê beşdarbûnê bi awayekî xweber çanda siyasî ya civakê guhertiye û fikra temsîliyeta jinan di siyasetê de pêş xistiye.
Bi awayeke zelaltir, bi nihêrîna li dîrokê, em dibînin ku jinên Kurd ne tenê piştgirên têkoşînê bûn, lê di heman demê de beşek bingehîn a têkoşîna ku armanca wê guhertina pergala desthilatdariyê li Îranê bû jî bûn. Ev nîşan dide ku beşdariya jinan di siyasetê de di civaka Kurdî de ne daxwazek nû ye, lê berdewamiya dîroka têkoşînê ye.
Weke ku me li jor behs kir û bi berçavgirtina rewşa heyî ku dawiya jiyana dîktator pir nêzîk e, avakirina hikûmetê qonaxek girîng e di pêvajoya veguhestina têkoşînê bo pergalê de. Di vê qonaxê de, ew nirx û ramanên têkoşînê vediguhezîne saziyên siyasî û rêveberiyê.
Eger jin di vê qonaxê de beşdar nebin, sîstema siyasî dê bi tevahî nûnertiya civakê neke. Beşdarbûna jinan di avakirina hikûmetê de dikare sîstema siyasî bêtir ber bi edalet û wekheviya civakî ve bibe. Nûnertiya jinan ne tenê pirsek îstatîstîkî ye, ew pirsek bingehîn a edaleta siyasî ye. Sîstemek ku jin bi tevahî beşdarî biryardanê nebin, dê bi rastî hêza beşek girîng a civakê ya di desthilatdariyê de winda bike.
Her ku Rojhilatê Kurdistanê ber bi sîstemeke demokratîk ve diçe, beşdariya jinan divê bibe yek ji prensîbên sereke yên wê sîstemê. Demokrasiyeke bihêz ew e ku dikare nûnertiya hemû beşên civakê bike, ji ber vê yekê divê ji bo hemû beşên civakê planeke beşdariya wekhev hebe. Di vî warî de, beşdariya jinan ne tenê mafek e ku divê were dayîn, lê hêzek e ku sîstema siyasî biguherîne.
Herweke ku dîrokê nîşan daye, jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê her tim beşek girîng a têkoşîna azadî û demokrasiyê bûne. Ew di warên corbicor de beşdar bûne û di afirandina hişmendiya siyasî di civakê de bûne. Ji ber vê yekê, divê ev rastî bibe bingeha ramana siyasî ya pêşerojê.