Kuweytê êrîşên dironî û mûşekî yên şeva borî yên Îranê wekî bipêkirina aşkera ya serwerî û yekparçetiya xaka xwe bi nav kir û di bersiva vê de, karderê Komara Îslamî gazî kir û du dîplomatên Îranê jî derxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Kuweytê, Cîgirê Wezîrê Derve yê vî welatî Hemed Silêman, bi gazîkirina karderê Îranê Hamed Hemîd Yeqûbîfer, nerizayetiya fermî ya Kuweytê ya derbarê berdewamiya êrîşan de radestî wî kir û biryara kêmkirina hejmara endamên balyozxaneya Îranê ragihand.
Li ser vê bingehê, ji du endamên şandeya dîplomatîk a Îranê hate xwestin ku di dema 24 demjimêran de xaka Kuweytê derkevin.
Li gorî nûçeyên herî dawî, Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragîhandiye ku di êrîşên êvara sêşemê 2'yê Hezîranê de, 13 mûşek û 17 diron ji aliyê Îranê ve ber bi xaka vî welatî ve hatine avêtin.
Kuweytê herwisa îdiayên Komara Îslamî yên ku dibêjin di êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê de xaka vî welatî hatiye bikaranîn, red kir û ragihand ku xak û qada esmanî ya Kuweytê ji bo êrîşkirina ser tu welatî nehatiye bikaranîn.