Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Dronî Bo Ser Bendera El-Fehil ê a Omanê

10:52 - 5 Hezîran 2026

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku piştî êrîşeke gumanbar bi dronan û rûdana teqînekê li wêstgeha Mîna El-Fehil a Omanê, pêvajoya barkirina nefta xav ji bo demeke kin hat rawestandin. Di heman demê de Bloomberg behsa destpêkirina hinardekirina nefta xav ji wê wêstgehê û asayîbûna rewşê kir.

Ev rûdaw di demekê de ye ku berî çar rojan, Donald Tiramp sîyaseta bêalîyane ya Omanê li beramberî Îranê wekî reftareke nehevseng qebûl kiriye û Waşîngtonê guşar xistiye ser Mesqetê da ku peywendîyên xwe ligel Tehranê bibire.

Omanê hertim sîyaseta bêalîbûna çalak û navbeynkarîyê peyrew kiriye, di demekê de ku peywendîyên wê yên ewlehîyê ligel Amerîkayê hene, kanalên xwe yên dîplomatîk jî ligel rejîma Îranê parastiye.

Komara Îslamî ya Îranê hêj tu bertek nîşanî vê êrîşa dronî nedaye, ev jî di demekê de ye ku tenê rojek berî vê rûdawê, Spaha Pasdaran êrîşeke mûşekî û dronî kiribû ser welatên Kueeyt û Behreynê.

Berpirsên Omanê heta niha bi şêweyekî fermî tu daxuyanî li ser sedema vê rûdawê nedane û tu hûrgulîyên zêdetir nehatine belavkirin.