Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa Nûneran a Amerîkayê biryarnameya sînordarkirina şer pejirand

11:16 - 4 Hezîran 2026

Meclisa Nûneran a Amerîkayê biryarnameyek ji bo rawestandin û sînordarkirina şerê li dijî Îranê, bi 215 dengên erê li hemberî 208 dengên na pejirand.

Li gorî vê biryarnameyê, ragihandina fermî ya şer an jî her operasyoneke leşkerî ya li dijî Îranê dê bi destûra pêşwext a Kongreyê ve bê girêdan, herwisa ev biryarname derveyî rewşên parastina demûdest a Amerîka an hevalbendên wê ye ku di dema metirsiyeke ji nişkê ve de diqewime.

Ev gava ku bi piştgiriya Demokratan û çar nûnerên Komarîxwazan hat avêtin, zextên siyasî yên li ser Donald Tiramp zêdetir dike, bi taybetî di vê demê de ku agirbestek di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de heye û danûstandinên ji bo rêkeftinekê berdewam dikin.

Her çend ev biryarname bandoreke hiqûqî ya demûdest li ser siyaseta derveyî ya Amerîkayê nake û pêdiviya wê bi pejirandina Senayê jî heye, lê peyameke siyasî ya bihêz e.

Mijara ku di Civata Senatoyê de dengên pêwîst bi dest bixe jî, Serokkomar dikare wê veto bike û ji bo betalkirina vetoyê jî dengên du li ser sêya Kongreyê pêwîst in, ku ev yek jî karekî pir zehmet e.