Neîm Qasim, Sikirtêrê giştî ê Hizbûlaha Lubnanê, ew agirbesta mercdar red kir ku di navbera nûnerên Îsraîl û dewleta Lubnanê de li ser rêkeftibûn, navbirî piştî agirbestek giştgîr û vekşîna tewaw a hêzên Îsraîlê û gefa bombebarana bakûrê Îsraîlê kir.
Ew peyama piştî vê bû ku Serokomarê Lûbnanê, rêkeftin wek Dawîn derfet bo dawîanîn bi şer bi nav kir.
Hizbûlahê di demekê de gotubêj red kirin ku agirbesta berê rêkeftina Amerîka çendîn caran hatiye binpêkirin û arteşa Îsraîlê li kurahiya xaka Lubnanê de cîhgir bûye.
Neîm Qasim daxwaz li dewleta Lubnanê kir ku dawiyê bi gotubêjên rastewxwe a sivkatîpêkirinê bîne û hoşdarî da ku heya gundên wan bên bombaran kirin, bajarokên bakûrê Îsraîlê jî wê nearam bin.
Hevdem Îsraîl Katis, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê tekezî ji vê kir ku arteşa wî welatî li têkdana jêrxanên terorîstî wê berdewam be û rê bi vegerîna rûniştiyên başûrê Lubnanê nade.
Amerîka û Îsraîl girûpa Hizbûlaha ser bi rejîma Îslamî bi temamî wekî rêkxiraveyek teroristî nas dike.