Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ragihand ku Komara Îslamî ji ber wan derbên kujer ên ku di şerê dawî de lê ketine, neçar maye agirbestê qebûl bike. Ew pêşbînî dike ku rejîm ji bo qerebûkirina şikestên xwe, zextên li ser xelkê navxwe û bi taybetî li ser Kurdistanê zêde bike.
Kak Xalid Ezîzî, berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, şeva çarşemê 19ê Xakelêweyê, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Iran International", nirxandinek bo rewşa siyasî û leşkerî ya piştî agirbesta di navbera Komara Îslamî û Amerîka û Îsraîlê de kir. Navborî bal kişand ser wê yekê ku ev agirbest di encama gihîştina rejîmê bi bonbestekê pêk hatiye; ji ber ku di vê şerî de ne tenê rêberê wan, belku hejmareke zêde ji fermandarên pilebilind û navendên ewlehî û leşkerî yên wan, ji nav çûne.
Xalid Ezîzî got: "Komara Îslamî ne di rewşekê de ye ku mirov bikaribe wê ligel Amerîka û Îsraîlê bide ber hev. Têhran di rewşekî pir lawaz de ye û pêdiviya wê ya cidî bi vê agirbestê hebû, da ku ji wê zexta leşkerî rizgar bibe ya ku Washington bi rêya zext û peyaman li ser wê sepandibû."
Berdevkê Hizba Demokrat tekez kir ku ev agirbest pir lerzok e, ji ber ku bawerî di navbera aliyan de tune ye. Navborî got: "Komara Îslamî her tim peyrewa stratejiyeke îdeolojîk û tevdaniya li herêmê kiriye û cihê baweriya civatgeha navneteweyî nîn e. Pir dijwar e ku rejîm bikaribe dest ji siyasetên xwe yên şerxwazane, komên nîyabetî û mûşekhavêtina xwe berde."
Di tewereke din a hevpeyvînê de, Xalid Ezîzî diyar kir ku rejîm piştî qebûlkirina mercên agirbestê, dibe ku hewl bide "tolê" ji xelkê Îranê hilde. Wî destnîşan kir: "Ez pêşbînî dikim ku rejîm rewşeke ewlehî ya navxwe ya gelek tundtir çê bike, bi taybetî li Kurdistanê ku her tim wek herêmeke milîtarîzekirî lê nêriye; ew ê hewl bide dosyayên ewlehî ji bo welatiyan çêbike."
Derbarê bandora vê agirbestê li ser xebata Kurd, Xalid Ezîzî ragihand: "Xebata xelkê Kurdistanê û Hizba Demokrat her tim rûyê wê li navxwe bûye û tu carî nebeşek û paşkoya şerê Amerîka û Îsraîlê bûye. Em ne parçeyek ji wî şerî bûn û nabin jî; xebata me ji bo demokrasî û mafên neteweyî di navxweya Îranê de û bi hevahengiya ligel netewe û aliyên azadîxwaz ên din dê berdewam bike."
Di dawiyê de wî hêvî xwest ku bi kêmkirina siha şer li ser siyaseta derve, bala cîhanê careke din vegere ser rewşa navxwe ya Îranê û xebata xelkê a li dijî rejîmê germtir bibe.