Piştî êrîşên esmanî yên li ser baregeh û dezgehên leşkerî yên rejîmê li devera Sîrîk ya parêzgeha Hurmuzganê, Spaha Pasdaran di daxuyaniyekê de îdia kir ku radara hişyariya pêşwext a artêşa Amerîkayê li Behreynê têkşikandiye.
Roja Înê 22ê Xezelwera 1405an, Spaha Terorîst a Pasdaran ragihand ku di bersiva êrîşa esmanî ya êvara roja Pêncşemî ya li ser dekelek pêwendiyan li devera Sîrîkê de, navendeke radarê ya Amerîkayê li Behreynê kiriye armanc.
Spah di daxuyaniya xwe de, êrîşa ku îdia dike li dijî Behreynê encam daye, wek hişyariyek bi Amerîkayê re binav kir, da ku Amerîka operasyonên esmanî û eva ku ew li Tengava Hurmuzê wek “qaçaxçîtiya neftê” binav dike, rawestîne. Di heman demê de, gef li wan şirketan xwar ku hevkariya Amerîkayê dikin.
Ev di demekê de ye ku heta dema belavkirina vê nûçeyê, ne Waşington û ne jî Mename îdiaya rejîmê piştrast nekirine û ti belgeyek derheq zirarên egerî yên li Behreynê jî li ber dest de nîne.
Ev helwêsta Spaha Pasdaran piştî nakokî û çewaşekariyên medyayên navxweyî yên rejîmê tê. Di destpêkê de, ajansa nûçeyan a “Fars” a girêdayî Spahê, dengê teqînan li deverên wek “teqekirina hişyar kirinê li dijî keştiyên serpêçîkar” binav kir; lê piştre ajansa nûçeyan a “IRNA” neçar ma ku lêdana armancên leşkerî yên Sîrîkê piştrast bike.
Devera Sîrîk, li ber cihgîrkirina alavên leşkerî û sîxuriyê yên Spaha Pasdaran li wir, di çend mehên derbasbûyî de gelek caran bûye armanca êrîşên asmanî yên Amerîkayê.