N. Nûredîn Sofîzade
Di xezelwera 1398an de, ji şeqam û çaylax û neyzaran, heta qadên serhildanê li seranserî bajar û herêmên cuda cuda yên seranserî Îranê, her ji Seqiz û bokan û Sine û Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê, heta Ber derê Mizgefta Zahidanê, ji Ehwaz û Mahşehra başûr ve heta Kerec û Reşd û Gîlanê, xort û keçên azadîxwaz dengê xwe li dijî zordarî, bêdadî û cudakariyê bilind kirin. Ew xortên ku bi destên vala û bi îradeyeke mezin li hemberî gule û çekên giran rawestiyan, bûn sembola berxwedanê. Rêjîma Îranê xwest bi tundî û kuştinê vî dengî mat bike û wan gernasan ji me bistîne, lê nekarî hêviya azadiyê di dilê gel de bikuje.
Ev xwîna geş û ev berxwedana mezin paşê di şoreşa Jînayê de jî wekî çirayekê rêya nifşên nû ronî kir. Di her du serhildanan de jî, armanc yek bû, jiyaneke bi rûmet, dadperwerî û azadî. Her çend gelek ji wan xort û keçên qehreman ji nav me hatin birin û cihê wan di nav malbat û hevalên wan de vala ma, lê xewn û daxwazên wan di nava civakê de zindî man.
Rêjîm dikare canê mirovan bistîne, lê nikare bîranîn, çîrok û rêbaza wan ji nav bibe. Her carê ku navê şehîdên xezelwerê û şoreşa Jînayê tê anîn, rihê berxwedanê ji nû ve şîn dibe. Bi bîranîna berdewam, bi vegotina rastiyan û bi parastina nirxên wan, em rê nadin ku xwîna wan bêbersiv bimîne.
Yad û rêbaza wan di her gaveke ber bi azadiyê ve berdewam e, ew ne tenê bîranîn in, belkî hêz û îlhama me ya ji bo siberojeke azad in.