Bêhroz Çemenara, serokê Enstîtoya Navneteweyî ya Lêkolîna Civaka Kurdî-Alman, di vê hevpeyvînê de balê dikişîne ser krîza aborî, nerazîbûna civakî û astengên rêxistinbûna xelkê li Îran û Kurdistanê. Li gorî wî, zextên aborî nerazîbûnê zêde dikin, lê di heman demê de hêza beşdarbûna civakî jî kêm dikin.
Hevpeyvîn: Sîmîn Rûhanîzade
Nerazîbûna civakî û krîza baweriyê
Bi berçavgirtina kombûnên vê dawiyê yên komên cuda yên civakê li çend bajarên Îran û Kurdistanê, wekî greva şofêran û nerazîbûna kedkar, pizîşk û kadrên dermanî, berdewamiya van tevgirên civakî di rewşa niha de çi wêneyekê ji rewşa civakê û asta nerazîbûna giştî nîşan dide?
Bêhroz Çemenara: Li gorî min, girîngiya van nerazîbûn û xwepêşandanan di vê yekê de ye ku komên di rewşên pir cuda de, ji ajovan û karkeran bigire heta pizîşk û welatiyan, gihîştine vê encamê ku bi rê û rêbazên asayî nikarin mafên xwe bişopînin û daxwazên xwe pêş bixin.
Ji bo gelek kesan, enflasyon wateya windakirina encama salên dirêj yên karkirinê ye. Ji bo beşeke mezin a ciwanan jî, karê domdar, xanî û derfeta avakirina jiyaneke serbixwe êdî tenê bûne hêviyek. Dema ku ev rewş berdewam dibe, daxwaza zêdekirina mûçe û ewlehiya kar digihîje pirsiyareke siyasî: Kî biryarê li ser jiyana xelkê dide û di hember encamên wan biryaran de berpirsiyar e?
Encamên lêkolînên «Guman» alîkariya me dikin ku em paşxaneya siyasî ya van nerazîbûnan baştir fam bikin. Bo nimûne, di lêkolîna sala 2024an de, nirxandina nifûsa xwendewar a li hundirê Îranê nîşan dida ku nêzîkî heft kes ji her deh kesan li dijî berdewamiya desthilatdariya Komara Îslamî ne.
Lê di nav dijberên rejîmê de jî li ser rêya derbasbûnê û şêweya sîstema siyasî ya pêşerojê tercîhên cuda hene. Li gorî têgihiştina min, cudahiya di navbera daxwaza guhertinê û nebûna lihevkirinekê li ser xala hevbeş ji bo gihîştina wê, yek ji taybetmendiyên diyarker ên rewşa niha ye.
Lê rewşa Kurdistanê hinekî cuda û taybetir e; ji ber ku ezmûna cudakariyê û ewlehîkirina daxwazên zimanî, çandî û siyasî jî bandorê li ser têgihiştina xelkê ji wateya guhertinê dike.
Piştî tepeserkirina bi xwîn a nerazîbûna meha Befranbara sala borî, gelo tirsa dubarebûna wan tepeserkirinan dikare pêşiya nerazîbûnên nû bigire, yan jî nerazîbûnên ku li ser hev kom bûne hê jî hêza vegera civakê bo ser şeqaman di xwe de diparêzin? Hûn rola xelkê di vê rewşê de çawa dibînin?
Bêhroz Çemenara: Komkujiya meha Befranbarê asta beşdarbûna gel bilindtir kir; ango kiryarên hevbeş dijwartir kirin. Dema ku kesek xwe di beramberî egera girtin, ji kar derxistin an jî kuştinê de dibîne, di dema biryardanê de li tevgera kesên din jî dinihêre. Dibe ku bi hezaran kes daxwaza xwepêşandanê bikin, lê her yek ji wan bifikire ku yên din dernakevin meydanê. Ji ber vê yekê, ew di beşdarbûnê an jî di pêşengiya kiryareke hevbeş de dudilî nîşan bidin.
Li gorî teoriya kiryarên bikom, ev pirsgirêkeke hevahengiyê ye ku bi navê «baweriya hevbeş» tê naskirin. Biryara her kesî girêdayî wê wêneyê ye ku ew ji amadebûna kesên din re di hişê xwe de çêdike. Hikûmet bi bilindkirina mesrefa xwepêşandanê, rasterast vê yekê dike armanc.
Ji ber vê yekê, dibe ku civakek bi awayekî kûr nerazî be, lê ji bo demeke diyarkirî beşdariya wê ya li ser şeqaman kêm bimîne. Grev, komcivînên pîşeyî an jî dadxwazî û mafxwaziya malbatên qurbaniyan dikarin derfetê bidin xelkê ku careke din bi berfirehî piştgiriya hevdu bibînin.
Di vê xalê de rola xelkê ya xwecihî gelek bi bandor e. Daxwaza derbasbûn ji vê desthilatê dikare kûr û berfireh be, lê amadebûna xelkê ji bo vegera meydanê dema ku ew beşdariya kesên din cidî bigire û bawer bike ku kiryara hevbeş dikare encamê bide, zêdetir dibe.
«Ne şer, ne aşitî» û westiyana civakî
Di şert û mercên ku xelkê Îran û Kurdistanê hevdem bi krîza jiyanê, enflasyon, bêkarî û nebaweriya aborî re rû bi rû ne, û Îran di rewşa «ne şer, ne aşitî» û nezelaliya siyasî û ewlehiyê de ye, ev rewş çi bandorê li ser derûn û tevgera civakî ya xelkê dike? Gelo şiroveya te bo vê mijarê çiye?
Bêhroz Çemenara: Nediyarbûna dirêjdemî asoyên hêviya jiyanê teng dike. Kesê ku her roj neçar e ji bo dayîna kirê, peydakirina derman an jî parastina karê xwe çareseriyekê bibîne, dem û hêza wî ji bo şopandina daxwazên giştî kêmtir dibe.
Ji bo ciwanan, nemana hêviyê bi pêşerojê wateya wê ye ku biryarên wekî berdewamiya xwendinê, ketina nav bazara karê an jî avakirina malbatê her tim paşde tên avêtin. Givaşên aborî û jiyanî ji aliyekî ve nerazîbûnê zêde dikin, lê ji aliyê din ve çavkaniyên hewce ji bo beşdarbûnê—ji dem û dahatê bigire heta hêza tehemûlkirina hezîneyên jiyanê—ji xelkê distînin.
Li baweriya min, hikûmet berdewamiya rewşa şerî ya li hundirê Îranê wekî berjewendiyeke siyasî dibîne. Bi vegerandina domdar a gefên biyanî û derve, dikare grev û komcivînan bike mijareke ewlehiyê, bersivdayînê paş bixe û ji xelkê bixwaze ku daxwazên xwe ji bo demekê rawestînin. Bi dawîhatina rewşa awarte, hikûmet rasterasttir dikeve ber daxwazên aborî û siyasî yên civakê.
Dorpêçên niha yên Amerîkayê ku di çend mehên dawî de derketine holê, givaşên nû dixin ser jiyana xelkê; xelkê ku bi dehan sal e di bin givaşên dorpêçan û givaşên navxweyî de maye.
Lê givaşên navxweyî xwedî dîrokeke 47 salî ne. Komara Îslamî di vê heyamê de gelek caran, bi navên şer, ewlehî an jî berjewendiya rejîmê, ji xelkê xwestiye ku baca biryarên ku di standina wan de tu rolekî nebûye, bide.
Kurdistan: navendeke bihêz a siyasî û civakî
Çima li Kurdistanê, heta daxwazên sendîkayî û komcivînên nerazîbûnê yên ji bo bijêwiya jiyanê jî, pir caran bi reftara tund a hêzên rejîmê re rû bi rû dimînin? Herwisa, gelek caran hatiye dîtin ku ji aliyê navendên ewlehiyê yên rejîmê ve ji xelkê re dosiyên ewlehiyê tên vekirin, an jî beşek ji mamoste, pizîşk û xwendekaran heta ji kar û xwendinê jî tên dûrxistin. Ev cudahiya reftarê ya li Kurdistanê çi nîşan dide?
Bêhroz Çemenara: Li gorî min, Kurdistan di pêwendiyên hêzê de li Îranê ne tenê derdor an jî herêmeke paşxistî ye. Kurdistan bi xwe navendeke bihêz a siyasî û civakî ye û Tehran jî wê wekî dijberekî cidî dibîne.
Ev giraniya siyasî ji têkiliya di navbera yekîtî û hevgirtina nasnameyî, dîroka rêxistinkirina partiyan û serpêhatiya çalakiyên serbixwe yên sivîl û pîşeyî tê. Beşdariya berbiçav a mamosteyên Kurd di tevgera pîşeyî ya mamosteyên Îranê de û para giran a ku Kurd di girtin û îdamên siyasî û îdeolojîk de pêk aniye, her du aliyên van pêwendiyan nîşan didin. Civaka Kurd xwedî şiyana rêxistinkirinê ye û hikûmet jî ji bo kontrolkirin û sînordarkirina wê, bacên giran dixe ser xelkê.
Tehran ji berê ve Kurdistan wekî navendeke potansiyela serhildanê pênase kiriye. Ji ber vê yekê, heta komcivînek ji bo mûçe an ewlehiya kar jî ji vê pencerê ve dinêre ku kî dikare xelkê li dora xwe kom bike û ev pêwendî heta ku dikare berdewam bike.
Di rewşeke wiha de, tepeserkirina ewlehiyê berî ku daxwazeke pîşeyî bibe daxwazeke siyasî dest pê dike. Dosiyesazî û sûcdarkirinên derewîn, ji kar derxistina mamosteyan, qedexekirina xwendina xwendekaran an jî zextkirina pizîşkan, di heman demê de ji kesên din re jî peyamekê dişînin: ku rêxistinkirina serbixwe dikare bi bihayê ji destdana kar û xwendinê biqede.
Ji bo hikûmetê, mijara herî hesas ew hêza civaka Kurdistanê ye ku daxwazên xwe bi xwe diyar bike, ji bo şopandina wan rêxistinê ava bike û bi dengê xwe biaxive.
Ji nerazîbûna qetiyayî heta kiryara hevbeş
Bi berçavgirtina berdewamiya nerazîbûnên sendîkayî, astengên herî girîng ên veguherandina wan nerazîbûnan bo tevgereke hemûalî û giştî çi ne? Rola rêxistinên serbixwe yên karkeran, torên civakî û sivîl, zanîngeh û hevdengiya di navbera komên civakî de, di derbasbûna ji nerazîbûnên ku ji hev qetiyane bo tevgereke civakî ya domdar de çi ye?
Bêhroz Çemenara: Nerazîbûna hevpar tenê wê demê dikare bibe hêzeke domdar ku rêxistinên pîşeyî û karkeran, zanîngeh û torên sivîl bikaribin di navbera van koman de baweriyê ava bikin û nerazîbûnên xwe bikin xwepêşandaneke giştî.
Greva giştî ya li Kurdistanê, ji Bakurê Zagrosê heta Loristanê, nîşan da ku bangewaziya partiyên Kurdî dikare bibe sedema kiryareke hevrêzkirî li qadeke fireh. Girîngiya vê ezmûnê, bi taybetî piştî komkujiya meha Befranbarê, di vê yekê de bû ku xelk di pratîkê de piştgiriya hevdu dît.
Li baweriya min, ev ezmûn dikare derûniya kiryara bikom li Tehranê û bajarên mezin ên din jî xurtir bike. Ji bo nehêlana valahiya di navbera daxwaza guhertina desthilatê û vegera bo ser şeqaman de, pêdivî bi hêzên siyasî û civakî heye ku bawerî û îtîbara xwe di nav civakê de bi dest xistine, bikaribin di navbera pîşe û herêmên cuda de baweriyê ava bikin û di biryardana hevbeş de ji bo xelkê Kurdistanê û komên din roleke rastîn û bandordar bilîzin.