Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mustafa Ozçelîk banga parastin û xurtkirina HEVBENDÎyê kir

16:58 - 23 Çirriya paşîn 2026

​Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk, îro 23ê Çirrya paşîn a 2026an peyamek weşand û bang li sîyasetmedar, rewşenbîr û raya giştî ya welatperwer kir ku li Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) xwedî derkevin.

​Ozçelîk anî ziman ku HEVBENDÎ di konferansa 7ê Çirrya paşîn li Amedê hate avakirin û di 9ê Çirrya paşî 2026an de hate ragihandin. Wî di peyamekê de li vê derheqê de ragihand: tevî êrîşên derdorên nijadperest û operasyonên polîsan, piştgirîya gel zêde bû û endamên binçavkirî hatin berdan.

​Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê yê bal kişand ser nîqaş û gengeşîyên di nav derdorên welatperwer de û hişyarî da ku ev helwest zirarê didin yekîtî û tifaqa neteweyî. Wî xwest dawî bi gotin û axiftinên ku dijminatîyê çêdikin bê anîn.

​Di dawîyê de Ozçelîk ragihand ku Meclîsa HEVBENDÎyê dê di 28ê Çirrya paşîn a2026an de li Dîyarbekirê bicive da ku şiklê dawî yê bername, yasaya navxweyî û plansazîya xebatê dîyar bike, û tekez kir ku PWK dê li gorî van hesasîyetan tevbigere.