Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 8 şirket û serafiyên li Kanadayê xistine nava lîstê dorpêçan

10:32 - 7 Çirriya paşîn 2026

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Înê, 6ê Çiriya Paşîn, navên 8 şîrket û serafiyên Kanadayê bi sedema girêdayîbûna wan bi rêjîma Îranê ve li lîstê dorpêçên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê tomar kirin.

Ofîsa Kontrolkirina Darayiya Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku ev şîrket û serafî, pêka Fermana Birêveberiya 13902, bi lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.

Şirket û serafiyên ku li vî lîstî de hatine tomarkirin, pitir li warên xizmetguzariyên malî, serafî, veguhastina diraf û delaliya malî de dixebitin û hejmarek ji wan, bi navûnîşanên kifên anku sexte kar dikin, û herwisa dirafê dîjîtal jî di lîstê dorpêçan de hatine tomar kirin.

Van şîrketan li bajarên wek “Toronto, North York, Richmond Hill, Vancouver û Montreal”ê de navûnîşanên xwe yên tomarkirî hene.

Di daxuyaniyê de îşare bi hûrdekariyên serbixwe li ser çalakiyên taybetî yên ku bûne sedema tomarkirina navê wan li lîstê dopêçan, nehatiye kirin.