Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

210mîn dewreya destpêkî a Pêşmergên Kurdistanê bi dawî hat

18:44 - 9 Şibat 2014

Kurdistanmedia: rê û resmek bi hinceta dawî hatina, serkewtî a 210mîn dewreya destpêkî a Pêşmergên Kurdistanê, ji aliyê Komîsyona Perwerde a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê we birêve çû.

Li gor raporta nûçegehaniya Kurdistanmedia; berwara 9,02,2014an a Zayînî, li Fêrgeha Siyasî Nîzamî a PDKÎ, rê û resmek bi vê hincetê hat li dar xistin.

Destpêka rê û resmê bi xwandina Eyreqîb û piştre rêjeya nîzamî, sere sernîze û herwisan derbasbûn ji meydana xudî alavên asteng, dest pê kir.

piştre, Êlham Çayçî, endamê cêgira komîteya navendî a PDKÎ û berpisê Yeketiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hinceta dawî hatina dewreya 210an a destpêkî a pêşmergên Kurdistanê, axafinek pêşkeşî berhevbûyan kir.

li birgehek din a vê rû û resmê de, pişikdarên dewreya 210an a destpêkî a pêşmergên Kurdistanê, sirûdek pêşkeş kirin û piştre, Bidax Bidaxî, mamostayê Fêrgê, rapora amûzişî a dewrê pêşkeş kir.

Ebas Zendî, rapora dewreya 210an a destpêkî a pêşmergên Kurdistanê, li fêrgeha PDKÎ, pêşkeş kir. herwisan dawiya rê û resmê kesên serkevtî di ware dersên dewrê û nazim û dîspilînê ve ji aliyê komîsyona perwerde we hatin xelat kirin.

Di navbendên merasimê de, hin sitran û helbest ji aliyê beşdarên dewrê ve hatin pêşkeş kirin.