Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

212’emîn dewreya destpêkî ya pêşmerge bi davî bû + Wêne

16:44 - 4 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma dewreya 212’a Pêşmerge di Fêrgeya komîsyona Perwerde ya PDKÎ de bi rêve çû û davî bi wê dewreyê hat.

Li gor rapora Kurdistanmedia, îro roja Duşemî bervara 4’ê Tebaxa 2014’an, 212’emîn dewreya destpêkî ya pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi pişikdariya endamên rêberî û kadr û pêşmerge û malabtên PDKÎ di hola Fêrgeha Siyasî – Nîzamî a komîsyona Perwerdê ya PDKÎ bi rêve çû.

Birgeya yekem a rê û resma davî hatina dewreya 211’a pêşmerge bi xwîndina marşa netewî a “Ey Reqîb” dest pê kir û piştre bi nîşandana rêjeya nîzamî û herwiha şerê sernîze û birîna meydana “mewanî” bi rêve çû.

Paşan beşdarên dewrê bi birîna meydana mewanî ya taybet bi Fêrgeha komîsyona Perwerde ya PDKÎ, jêhatiya xwe bi amadebûyan nîşan dan.

Pirga sêyem a rêûresmê di hola merasimên Fêrgeha komîsyona Perwerdê de birêve çû.

Di destpêkê de Kêyhan Yûsifî endamê cêgirê Komîteya Navendî a PDKÎ, bi hinceta davî hatina dewra serkevetî ya 212’an a destpêkî ya pêşmerge çend gotinek pêşkeş kir.

Piştî axaftinên Kêyhan Yûsifî, hunermend Xolam Fatihê stranbêjê kora mûzîk a PDKÎ sirûdek bi navê Ez pêşmergeme pêşkeş bi amadebûyan kir.
Piştre peyama dewra perwerdeyî ya dewrê ji aliyê Behmen Kerîmî ve hat pêşkeş kirin û paşan Cemal Fethî yek ji pişikdarên devrê helbestek xwand.

Di navbera rêûresmê de çendîn stran û sirûdên şoreşgerî ji aliyê pişikdarên dewrê ve hat pêşkeş kirin.

Di daviya rêûresmê de serkevtiyên dewreya 212\'an a destpêkî li varê ders û exlaq ve ji aliyê Fêrgeha komîsyona perwerde ve hatin xelatkirin.