Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

21ê Şibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê pîroz be

11:55 - 21 Şibat 2021

Zaniyar Amedî

Di 21ê Şibata 1999an de ji alîyê UNESCO û Yekîtîya Milletan ve roja zimanê cîhanî ji bo cureyên çandî, ewlahîya ziman û piştgirîya ziman hate qebûlkirin. Roja zimanê cîhanî hemberê asîmîlasyon û înkarîyê, zimanê gelan alîyê hiqûqa navnetewî, hiqûqa mafê mirovan û gelek sazîyên azadîxwaz de hatîye piştgirîkirin. Û ji sala 1999an heta niha bi fermî ji hêla dewletên cîhanî ve tê pîrozkirin. Gelê wek netewa Kurd û netewên bindest jî wê rojê li hemberê pergala asîmîlasyon, înkarî, qedexekirin û wek pirsgirêka gelên bindest ve didin nîşandin.

Bêguman helwesta dewletên dagirkeran jî prensîbên roja zimanê cîhanî rast nade xuyakirin ku nakokî di navbera roja zimanê cîhanî û pîrozkirina dewletên dagirkeran de dîyar e, jiber ku dewletên dagirker zimanê gelê bindest înkar kirîye. Ji alîyê dewletên dagirkeran ve prensîbên ziman, hiqûqa navnetewî û mafê mirovan hatîye binpêkirin. Pîrozkirina zimanê wan jî nîjatperestî ye li hemberê mafê gelên bindest de.

Ziman, milletan ji bo serwerîya neteweyî li hev kom dike, netewan ava dike. Bi wateya xwe pêkhatinekî neteweyî ye. Ji bav û kalên netewan çand, dîrok, wêje û gelek nirxên netewî diparêze û hilgirê nirxane. Ji bo çand û milletan dewlemendîya zêrîn e. Di avakirina neteweyî de millet, ax û serwerî pêwîst e çêbibe, ziman di nav faktorên millet de “yekîtîya ziman” e û  despêka avakirina neteweyekî bindest, zor girîng e û kilîta serwerî ye. 

Baş dîyar e ku netewe bi ziman ava dibin, netew bi ziman xira dibin. Ji ber ku ziman hişmendîyeke sîyasî ye jî. Ziman hên xebata netewa bindest de tê birêvekirin hên jî bi asîmîlasyonê alîyên neteweyên serdest de, netewa bindest tê tinekirin. Navbera netewa bindest û serdest de paradoksî ye.

Zimanê Kurdî, di warê hiqûqa navnetewî de rewa ye. Gelek kevnar û dewlemend e. Alîyê Îrak, Sûrîye, Tirkîya û dewleta Îranê de bûye sîyasî, bi asîmîlasyon û înkarîyê tê tinekirin. Bi dewlemendîya zimanê Kurdî, dewleta Îran û dewleta Tirkîya dixwazin bi zimanê Zazakî û Lorî Kurda ji hev bikin, netewa Kurd parçe bikin. Zazakî û Lorî wek netewekî cuda ji netewa Kurdistanê biqetînin. Li Bakur hizbê ku ji wî plangerîyê re xwe kirine erkdar ava bûne. Bi erkê xwe fitnetîya dewletê kirina nava Kurda. Ew pêwîstî dike ku her Kurd bi hizrê yekîtîya Kurdistanê bi fêrbûnîya hemû zaraveyê Kurdî derdixe holê.

Di warê ziman de Bakurê welat gelek ketîye binê xeterîyê. Bingeha/kîlîta serwerîyê ziman, di gelek bajarokên Bakur de hatîye tinekirin/asîmîlasyonkirin. Ew xeta asîmîlasyonê ji hêla Tirkan ve, mixabin dem bi dem gelek tê firehkirin. Ew bayên asîmîlasyonê tesîra xwe dahîye ser bajarokên dinê jî.

Jiber ku Bakurê welat tekoşîna doza sinifê dimeşîne û pêwîstîya ziman û xetereya ziman di rojeva sîyaseta Kurd de nine. Ew tesîra asîmîlasyonê ketîye nava hişmendîya nivîskarê Kurdan jî, nivîskarê Kurd erka netewa bindest, kilîta xebata netewî bi zimanê Kurdî dîyar nakin, bi zimanê Tirkî dinivîsin.

Pêdivî ye ku li Kurdistanê ew kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, nivîskar û pîspor dibin sîyaseta pandora doza sinifên sîyasî de derkevin, zimanê Kurdî bikin rojeva Kurdan. Serî de medîa civakî têde li Bakurê welat di nav sazîyên zanîngehê de, nav perwerdehîyan de, sazîyên şaredarîyan de, nav hizbên sîyasî, komeleyên eşîran, medreseyên olî, di nav komeleyên mafê mirovan de, înîsîyatîf bigrin. Zimanê Kurdî bikin pêşîya sîyasetên desthilatdar. Bi TV, kovar, rojname û çapamenîyên dinê ve zimanê Kurdî lidar bixin, di civakê de xurt bikin.

Di xurtkirina zimanê Kurdî de girîngîya malbatan jî heye, ew erk ser milên dayîk û bavên Kurda ye. Dayîk û bavên Kurd, zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Warê wêjeya Kurdî dewlemend e bi çîrokan, helbestan, Kurdî bidin xwendin û TVyî Kurdî bidin temaşekirin çanda Kurdî bidin naşîn.

Rewşa zimanê Kurdî hemû xeletîya derdixe holê, zimanê Kurdî bingeha şînkirina Kurdistanê ye .

Di roja Zimanê Cîhanî ya Dayîkê de zimanê Kurdî pîroz be

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine