Li 2ê Xezelwera 1404 a Rojî de xortên xebatkar ên Hizba Dêmokrat li meydama mamosta(Kerîmawa) ya bajarê Seqizê de, li çalakiyek bivêrane de li demjimêrên rojê, li dema hatinûçona xelkê de benêreke bi berpaniya nêzî 5 metran ku Ala ya Kurdistanê û Logo ya Hizba Dêmokrat li ser bû, bilind kirin.
Ev çalakiya li halekê de bi rê ve çoye ku kamêrayên çavdêrî yên rêjîmê li wir hebûne û wan biwêrane ev çalakî lidar xistiye.
Li vê benêrê de peyamek bo xelkê hatibû nivîsandin ev peyam wiha bû: “Pêşmerge bi were ne, bihara azadiyê nêzîk bûye”.
Herwisa li bajarê Mihbadê de jî xortên Dêmokrat bo bîranîn û rêzgirtin ji yada “Dr. Qasimlo” dîwar bi durûşma bijî rêbaza “Dr. Qasimlo” xemilandin.
Ev çakaiyane li halekê de bi rê ve diçin ku rewşa navxweyê Îranê bi sedema dorpêç û givaşên navnetewî aloztir ji berê ye û rêjîma Îranê zêdetir hewla kontrolkirina xelkê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dide.