Roja Yekşemî 26ê Çiriya Pêşîn, li Rojhilatê Kurdistanê, Kedkarên şirketa “Kaşî Kajê” ya bajarê Şabatê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa dijwar a kar, bi gelekderengkevtina heqdestan û guhnedana berpirsan, li rûberûyê fermandariya rêjîmê li wî bajarî de kombûneke nerizaytiyê lisar xistin û ragihandin ku çendîn heyv e, heqdest û zêdekariyên wan nedane û sozên fermandar û herwisa serokê îdareya kar a rêjîmê li wî bajarî, ti encamek nebûye û bi çewt derketine.
Li vê rojê de malnişînkiriyên dabînkirina civakî û şirketa hefttepe li derheq hejarî, bilindbûna nirxan û enfilasiyonê, kêmbûna heqdest û hiqûqan, cudatîdanînan, nebûna ewlehî û aramî û xweşbijîvî, nebûna xizmetguzariyên pizîşkî, bêdadî, sitem û çewsandinê, kombûneke berfireh li rûberûyê binaya fermandariya rêjîmê li bajarê Şûşê de lidar xistin û dirûşmên wek mafê me dê ser şeqamam bidest ve bê û çendîn dirûşmên din dan.
Herwisa malnişînkiriyên kangeh û pîşeya pola li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûneke berfireh bi rê ve birin û daxwza vekhevkirina hiqûq û herwisa çareserkirina pirsgirêkên bîmeya dermanî kirin.
Malbatên girtiyên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin bi dirûşma “ne bo bidarvekirinê li jêr sîbera tepeserkirinê” li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê û şeqamên derdora meydana “Biharistan”ê, kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û hêzên ewlehî û tepeserker rêgirî li nêzîkbûna wan bo aliyê meclîsa rêjîmê ve kirin.