Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duyemîn roja civîna pêşeroja dîplomasiya Kurd, arîşe û derfetan li welatê Siwîsê

11:27 - 26 Çirriya pêşîn 2025

Navenda peywendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Siwîsê, komcivînekî 2 rojî li jêr navê pêşeroja dîplomasiya Kurdî, astengî û derfet, li rojên Înê û Şemiyê 24 – 25ê Çirriya Pêşîn, bo nûnerên xwe lidar xist.

Li roja duyê a vê komvivînê de Hîwa Behramî Endamê Rêberiya Hizbê û berpirsê Navenda Pêywendiyên Navnetewî yên Hizbê, bernama karê civînê bo beşdaran bas kir.

Roja duyê de li panêla yekim de Dr. Îdrîs Ehmedî mamostayê Zanîngehê û endamê desteya Navenda Pêywendiyên Navnetewî yên Hizbê axivî. Piştre beşdaran nêrîn û pirsyarên xwe anîne ber bas ku ji aliyê navbirî ve bersiv hate dan.

Di duyemîn panêla roja duyan a vê komcivînê de, Elî Bidaxî Endamê Kumîta Navendiya Hizba Dêmokrat û Cihgirê Navenda Ragihandina Giştiye Hizbê basek pêşkêş kir.

Para dawî a komvivînê hatibû terxankirin bo workşopekê ku tê de komek pêşniyar hatibûne kirin û piştî berhevdan û gengeşê, wekî nexşerêya kar û xebata pêşeroja wê navendê hatne diyarîkirin.

Wê komcivînê piştî 2 rojan dawî bi karê xwe anî.