Hevpeyvîna Agirî digel Rojnamevan Resûl Geleban
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade
1. Tu rewişa civakî û siyasî ya bajarên ku Kurd û Azerî bihevre dijîn yek, ji wan bajarê Urmiyê di heyama wan çend salên dawî de çawa dibînî?
Bersiv - Em dizanin ku Urmiye bi taybetî di deh salên derbasbûyî de yek ji wan bajarên çend êtinîkî yan çend netewî bûye ku hestiyariyek zêde têde hatiye dîtin, bo rohinkirina vê yekê ku em bizanin bo rewiş wisa lêhatiye dive li destpêkê de em bizanin ka kîjan êtinîk li Urmiyê dijîn û ji kengî ve rewiş wisa lêhatiye.
Li Urmiyê de du neteweyên sereke hene Kurd û Azerî ku belkî yek ji wan, rêjeya wan kêmtir yan zêdetir be, lê her du neteweyên serekene, û du kêm neteweyên Ermenî û Aşûrî jî li wî bajarî de dijîn, ya din ku gelek girîng e û dive wek piraktîkek em bizanin û vê yekê qebûl bikin ku Urmiye mezintîrîn bajarê Efşarnişîn e, Efşar kêne?, Efşar ev Tirkên resenin yên eşîra Efşarin ku piştî şerê Dim Dimê, Sefeviyan koçberî wê navçeyê kirin û dever radestî wan kirin, yanî rêjeya herî zêde ya Tirkên Urmiyê Efşarin û hindek Azerî hene ku tenê zimanê wan Azerî ye û li esila xwe de ewane Kurd bûne, lê bi sedema vê yekê ku Efşar di vê demê de zal bûne bi ser xelkê din de karîne ziman, çanid û kultûra wan biguherin û wan asimîle bikin, heta beriya Şoreşa Gelan li Îranê ku Hesenî dever xiste bin destê xwe de, pêywendiyên civakî yên di navbera Kurd û Azeriyan de zêde aştîxwazane bûye, û pêywendiyên malbatî hebûne û bi gişitî pêywendiya wan ya civakî gelek bihêz û teba bûye, weke mînak kesên destfiroş ku piraniya wan Azerî bûn û gund bi gund digeriyan zimanê Kurdî fêr bibûn û bi Kurdî diaxivtin, yan jî Kurd ger serdana bazaran kiriban li hin cihên ku hewice ba bi Azerî diaxivîn, û eva tîştek gelek asayî bû wê demê, lê piştî ku Hesenî deselat girite dest xwe, gelek Kurd hatine tohmetbarkirin, hatine girtin û kuştin û heta sala 1394an a rojî, helbijardina mecilisa dehem çalakiyên Kurdî li Urmiyê gelek zêde bûn, û bi sedema wan çalakiyan hişiyariya siyasî jî zêde bû, êdî Kurdan ev zilim qebûl nekirin û ev du alîtî zêde bû, û piştî hingê Urmiye rastî ev hestiyariya zêde bûye û ez baverim karbidestên navendî li Têhranê vê yekê baş dizanin, û yek ji siyaseta wan eve ku ev kêbirkêya dinavbera Kurd û Azeriyan de berdewam be û ev mifaha xwe jê werdigirin, û min got ku Kurd hişiyariya wan zêde bû , û ev du alîtiye çê bû, ku sê sedemên sereke hene, yek eva bû ku hêz û çavkaniya aborî yên deverê di destê Azeriyan de bû bi taybetî Azeriyên girêdayî bi Tewrêzê û biriyar ji aliyê wan dihate dan û li Urmiyê dihat cîbicîkirin, lê Kurdan ev yek qebûl nekir.
Sedema duyê hişiyariya siyasî ya di nava Kurdan de li deverê zêde bû, çalakiyên çandî zêdebûn, dema ku çalakiyên çandî zêdebûn Azerî jî xwe hesiyan û xwe tirisiyan ev tirise di nava Azeriyan de çê bû, yanî ku bi rohinî bêjim Azerî ji hişiyariya siyasiya Kurdan tirisiya.
Sedema sêyê siyasetên ewlehî yên komara Îslamî ye ku her şêwe çalakiyên medenî û çandî yên Kurdî bi nerênî û eminî dibîne, bi taybetî di Urmiyê de ev raportên ku berpirs û karbidestên Panturik di şandin bo Tehranê, bandorek zêde li ser rewşê hebû, û ev sê sedemên ku me bas kirinî bûne hegera têkçûna bihevre jiyana Kurd û Azeriyan ku heta şoreşa sala 1357an bihevre jiyana, wan ti kêşe û astengî nebûn, ez vê yekê jî zêde bikim ku rewiş heta heftiya derbasbûyî belkû li rû de xwe aram nîşan dabe, lê ev layên jêrîn kêbirkêyek li ser nasiname û pêgeha civakî hebû ku di deh salên derbasbûyî de zêde bûye. piştî leyîza topanên ya tîmên weke Hoor sport û Rûnahî taboyek hate şikandin û piştî sed salan nave Sikmo bi eşkere li cihek giştî de hat gazîkirin û ev tirisa ku hertim hebû, ev tiris nema û ev kesên ku ev nave gazî dikirin bi şanazî gazî dikirin, lê di niha de rewşa civakî û siyasî bi wî avayî diçe û xuya nine ka eva baş e ya xirab, ev maye ser organîzekirina me Kurdan yanî gelek girînge ku em vê tiştê organize bikin yan ne.
2. Bi nêrîna te çima piştî her serkevtinekê û her keyfxweşiyekê ji aliyê Kurdan ve, tundrev pê nerihet dibin û bertekên tund ji xwe nîşan didin?
Bersiv - Ez baverim 3 sedem hene, yek her weke ku min li pirisa serî de jî amaje pêkir ku her cure şahîkirin û şanazîkirinek bi Kurdbûna xwe, bo mînak hunermendek Kurd, werzişvanek Kurd, çalakvanek Kurd, akadimîsiyenek Kurd li Urmiye dibêje ez şanazim bi Kurd bûna xwe, vê yekê weke hewcehiyek bona daxwazîkirina hin armancên siyasî di nava Kurdên Urmiyê de dibînin, ber hindê evê weke gefek bo ser nasnameya xwe dizanin û hizir dikin şanazîkirina Kurdên Urmiyê bi Kurd bûna xwe, dikare bo wan gefek be.
Ya duyê basa kêbirkê ya riqabetek dîrokî ye, li destpêka Pehlewiya duyê yan bêjîn Mihemedrizayê Pehlewî piştî ku Pehilewiyê yekem li ser kar çû, û em bêjin piştî nemana Komara Kuridtanê, ku pêş vê jî Simkoyê Şikak şoreş kiribû, Kurd existine perawêzê de yanî Kurd neçarman, di nava bajar de nemînin û ber bi gund û çiyana ve biçin û bajar berdan, bi taybetî di Urmiyê de, û şinasa Azerî weke beşek ji şinasa Îranê xwe nûjen kir û carek din xwe berhem anî û bû şinasa sereke ya bajar, lewma di niha de xwe nûjenkirin û geşedana şinasa Kurdî di nava bajar de nek nava gundan de bo wan weke gefek tê hisabê, gef bi vê hisabê ku digel nûjen bûna şinasa Kurdî, Aezerî dê pêgeha xwe ya dîrokî ji dest bidin, û eva jî sedema dîrokî ya vê ye.
Ya din babeta mediya û torên civakî ye, bi taybetî di wan çend rojên derbasbûyî de rûpelên Panturikan bi taybetî li (X) de bizanebûn ev tiştên ku nebûn mezim kirin, weke mînak hatin belavkirin ku tîmên Kurdan bi gotina wan cudayîxwaz in, yan heman teciziyetelebin, lê di halekê de dana her dirûşmekê yan her kiriyarekê bixwe bi rewa dibînin, lê bo Kurdan ne, û bi rêya mediyayên xwe kiriyarên xwe weke serkevtin û cejinek dane xuya kirin, li aliyek din ve hewil dan ew tires di nava dilê Azeriyan de çêkin ku ger Kurdan serkevtin, şahî ya her tiştek din hebin eva bo me cihê tires ye, û di encam de ew hesta kerib û kîna şexisî zêde di nava Azeriyan de diafirandin, û her takek wan yên ku heta di berê de pêwendiyek baş bi Kurdan re hebûn piştî wan serkevtinan yan piştî Newroza mezin ya Urmiyê bi avayekî tund bertekên nerênî li hember Kurdan ji xwe nîşan dan.
3. Sedema sereke ya wan hestiyariyane çiye û gelo destê rejîmê jî têda heye?
Bersiv - Bê guman bi salane Komara Îslamî ya Îranê ew siyaseta balansa kontirol kirî di navbera êtinîkan de dişopîne û ew siyasete heye, yanî rê nade çi êtinîkekê çi miletekê ku di deverekê de bibe hêza sereke, taybet ev yeka li Ehwaz û wan deveran heye, lê ez bawerim li deverek weke Urmiyê de, eva ji destê hikûmetê derkeftiye yanî Azerî û Panturik bi kirasê şîegeriya xwe karîne hemû hêzê bixin bin destê xwe û ev hêza hewce, çi hêza serbazî be ya çi hêza siyasî be bigirine destê xwe û Kurdan bi sedemên cuda û bi pîlanên cuda tepeser bikin û tawanbar bikin, çi bi zîndanîkirinê, çi li ser sînoran wan bikuje û çi jî wan bidarvebike, eva bi bawera min li Urmiyê de ji destê hikûmetê jî derketiye, û di niha de hikûmetek local heye û ez ser vê bawerê me ku ev hikûmet li Tewrêzê pilan bo tê dariştin û Kurdan serkut dike, û ez ev pilanên ku li Tewrêzê tên darêtin, li cihên wekî damezirandina de, wekî dabeşkirina budcê de, wekî dabeşkirina şaristanan de dibînim û berçavin, û ger weke mînak em bas bikim li bakûrê parêzgeha Urmiyê ku zêdetir Azerî ne û ger çav li deverên Kurdî bikin weke Pîranşar û Serdeşit û Mehabadê gelek bi rohinî helawaridin yan cudatîdanîn di navbera Azerî û Kurdan de tê dîtin, lêwma netîce tê girtin ku hikûmeta navendî dest di wan reftaran de heye, û pîlan bona kuntirolkirina di navbera êtinîkan de heye, lê li Urmiyê ji destê hikûmeta navendî derketiye û niha destê Panturika deye.
4. Bi nêrîna te rola civaka medenî ya Kurd û xelkê Urmiye bi giştî li hember wan reftarên ku tevdanî û aloziyan diafirînin, dibe çawa be?
Bersiv - Civaka Kurdî li deh salên derbasbûyî de xwe çêkir, xwe hişiyar kir, lê piştî bi nav helbijardina meclisa 12 an ya rejîmê û çûna 2 nûnerên Kurd bo Mecilisê, û piştî Newroza îsal ku Newroz gelek bi başî û berfirehî li Urmiyê birêveçû, serkut li ser civaka Kurdî, çalakvanên Kurd zêde bû, û heta ku ez agadar bim zêdetir ji 30 kesan li Urmiyê ji aliyê navendên ewlehî we rastî dosiye saziyê hatine, yanî hatine gazîkirin, zîndanîkirin û neçar bi revîn û koçkirinê hatine kirin, ev tepeserî û serkute piştî Newroza derbasbûyî zêdetir bûye, lê dîsa jî di vî halî de em dizanin civaka Kurdî ku civakek e ku ber bi pêş diçe, û xwe agah û bihêz dike, mixabin piştî wan tepeseriyan hindekê lawaz bûye. Herwisa bi mixabinî ve di niha de çalakvanên Kurd hatine matkirin. Weke mînak beşek ji wan çalakvanan ku amade bûn nirxê bidin di rêya berdewamiya çalakiyên xwe de, êdî niha xilas bûne û bê dengin, û di niha de hindek kes hatine meydanê ku asta çalakiyên medenî anîne xwarê û çalakî di bin alaya Îranê de birêve dibin û hin şiroveyên nû bo çalakiyên xwe darêtine, û ez li ser vê bawerê me ku hemû bi awayekî sîstimatîk ji aliyê Spaha Pasdaran û hêzên ewlehî ve hatiye organîzekirin. Lê bi vî halî jî ku rêya wan birêvebirina çalakiyan durist nîne, ez bawerim ku divê em rêbazek eqilanî bigirin pêşiya xwe bo birêvebirin û berdewamkirina çalakiyên xwe.
Da ez bi rohinî bêjim ka ew rê û rêbaz çiye ku divê em bidin pêşiya xwe, yek eva ye ku em divê diyalogên çandî di nava bajar de zêde bikin û ya din jî eve ku em bikarin bi duristî ji mediyayan mifahê wergirin.
Diyaloga ferhengî anku çandî bi wê wateyê ku çalakvanên Kurd û Azerî bikarin bigehine encamekê ku weke mînak encumenên hevpar yên jîngehî, çandî û perwerdehî bihevre ava bikin û kar bikin, yan jî li ser mijara zindîkrina gola Urmiyê bikarin bihevre çalakiyên bandordar bikin, evê jî bêjim ku Kurd amadeye vê yekê bike û bi salane vê peyamê dide, lê Azerî amade nîne, û ji ber vê yekê mixabin ev diyaloga ferhengî ser nagirît.
Ya din basa mediyayê ye, yanî mediyayên me yên Kurdî bi mixabinî ve ev jî hatine serkutkirin û nikarin weke ku hewce ye kar bikin, mediyayên me di navbera du tiştan de asê mane, yek eva ku dive di dema kar de bersiva daxwazkariyên civak û xelkê xwe bide û pêka hewcehiyên civakê kar bikin û ji aliyek din neçarin bersiva navendên ewlehî yên hikûmetê bidin ku yek û du jî nîne, pênc aliyên serek weke Wezareta Îtilat, Îtilata Spahê, Îtilata hêza Întizamî, Hiraseta Wezareta Erşad û Polîs Feta yê ye, û ji aliyê wa hemûyan ve tê serkutkirin û gef ji wan tê xwarin, lewma êdî çi karek ji dest wan jî nayê, ber vê yekê em nikarin gelek asta çavnihêriya xwe ji mediyayên navxweyî bibin serê, lewma nêrîna min eva ye ku mediyayên me tenê bikarin xweragir bin û xwe bihêz bikin heta ku roja wan tê eva gelek hewce ye.
5. Kekê Resûl weke dawî gotina te li ser rewşa ku me baskirine çiye?
Bersiv - Ez di dawî gotinên xwe de dibêjim ku Urmiye di niha de li rû de arame, bê denge, lê di bin de ger em bi hûrî mêze bikin, weke agirê bin xaliyê deye û dixumxume, û ew pirisgirêkên etinîkî û herwisa dabeşkirina nedadperwerane ya çawkaniyan û ew siyasetên ewlehî yên ku dixwazin balansekê çêkin ku li Urmiyê de nekariye û hêz ketiye destê Panturikan de, eva heman agirê bin xaliyê ye, û eger em lipey vê yekê bin ku ev agire hêzek yan aliyek siyasî xweş neke û gurr neke, em neçarin ku gotar û diyalogek hevpar û beraber di navbera xwe de çêkin, ku şerê nasnameyî û şinasî têde nebe, ez carek din li ser vê yekê tekezî dikim ku Kurd ti carî lipey şerê şinasê nîne û eva yek ji ciyawaziya me Kurdan digel Azeriyan e li Urmiyê de, yanî ciyawaziya me eva ye ku Azerî ti neteweyek din qebûl nake, lê Kurd dibêje ez heme û her êtinîk û neteweyek din hebe li Kurdistanê de wan jî maf heye weke min, lewma ev gotara hevpar ku me bas jê kir bi sedema ev cudahiya hizir û nêrîna Kurd û Azeriyan sernagirît, lê ev yek bi rastî hewceye û em mehkûmin bi vê gotarê mehkûmin bi bihevre jiyanê.