Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

28 girtiyên siyasî ên Kurd li Îranê li benda birêweçûna hukmê xwe ne

14:50 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Li gor lêkolînên Kempîna Navnetewî a Mafên Mirovan di Îranê de, niha kêmî ve 28 girtiyên siyasî ên Kurd bi tometên siyasî û ewlehî hepsî ne û li benda birêveçûna hukmê îdamê yan jî pêdeçûn di hukmê wan de ne.


Li gor vê navneda mafên mirovan, hukmê îdamê bi ser 17 kes ji wan 28 hevwelatiyên Kurd de hatiye sepandin û 11 girtiyên din jî hukmê seretayî yê îdamê wergitine û li benda biryara Dîwana Bilind a Welat in.
Ew girtiyên siyasî niha di gitîghehên Sine, Urmiye, Seqiz, Simnan û Recayî Şehrê de hepsî ne.
Li gor rapora han, di hin wanan de seba bertengiyên ku navendên ewlekariyê ên rejîmê ji malbatên siyasiyan re pêkanîye, û rewşa civakî û siyasî ku îzna gihîştina zanyariyan pirr kim e, zanyariyên hewce li ser doza girtiyên bi îdamê mehkûmkirî tune ye.
Li gor rapora kempîna han, sê kesên din bi navên Fexredîn Ferecî, Çengîz Qedemxêr û Şoreş Rizayî ku di pevçûnên çekdarane de destbiser bûne, tometa miharibe bi wan hatiye dayîn û bi gotina çalakên deverê, malbatên wan nigeran in ku ew kesane bi îdamê hatibin mehkûmkirin.
Lêkolînên wê kempînê derdixe ku pirraniya dozên hatî baskirin li gor qonaxên yasayî nebûne, girtiyan parêzer tune bûne û di qonaxên dadweriyê de girîngî bi rayên wan nehatiye dayîn û heta ketine ber îşkenceyan.