Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 kedkarê kargeha “kaşî Kesra” liser ker hatin derkirin

16:07 - 3 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: berpirsên kargeha kaşî Kersa li bajarê sinê 4 kedkarê wê kargehê liser kar derkirin.

Hemîd Erşedî, Omîd Erşedî, Subhan Semedî Hilîzabad û Efşîn Îbrahîmî ew kedkarin ku serbarê hebûna pêşîneya kar kirinê, hatine derkirin.

Malpera komîta hawdengî jibo avakirina rêkxistinên kedkarî, bilaw kir, berpirsê wê kargehê çendîn care ku hewla derkirina kedkara dide.

Heyamê çend mehên beri niha seba teze nekirina girêhbesta kedkaran, kargeha Nazgolî a Kirmanşan, 200 kedkarê wê kargehê bêkar derxistin.

Kargeha Nazgol, ronê xwarinê li Kirmanşanê çêdike û seba nebûna madên xaw û zêdebûna giriftên abûrî, piştî teze nekirina girêhbesta 200 kedkaran kargeha han bêkar kirine.

A niha di Îranê kargeh bi keyfa xwe kedkaran dînin û her demekê xastin wan li ser kar der dikin, çimkû di wan kargehan de yasayên kar çi bayixek nine.