Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4`ê Nîsanê roja cîhaniya agadarî li derheq metirsiyên mînê ye

12:58 - 4 Nîsan 2021

Mîn ew bikuje ye ku ti cudahiyekê di navbera jin, mêr, zaro, kal, ciwan, leşker û xeyrî leşkeriyan de nadanê û rojane di cihanê de zêdetir li 20 kesan bi sedema mînê canê xwe ji dest didin yan jî kêmendam dibin û niha 60 welatên cîhanê digel metirsiya mînên bicihmayî li şeran rû bi rû ne.

Îran jî yek ji wan welatane ye ku bi sedema mînên bicihmayî yên heyama şerê 8 sale yê di navbera Îran û Îraqê de ku hemû salê dibe sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji hevwelatiyên ku li deverên ser sînor in.

Rojhilatê Kurdistanê jî, bi sedema sînorîbûna xwe rojane dibe qurbaniyê wan mînên bicihmayî.

Nêzî 42000 KM çargoşe ji erdê Îranê bi mînên bicihmayî û karnekirî yên şerê Îran û Îraqê mînrêj e.

Di vê derheqê de “Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê amare qurbaniyên mînê di sala 1399an li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriya.

Pêka rapora Kurdpayê amar wiha ye:

Sivîl: 23 kes 7 kuştî û 16 birîndar

Karmendên mînhelgir: 2 kes birîndar

Hêzên leşkerî: 9 kes 3 kuştî û 6 birîndar

Hêzên çavkaniyên jîngehî: 4 kes birîndar

Pêka bajaran amara kuştî û birîndaran wiha ye:

Îlamê: 6 kes

Kirmaşan: 5 kes

Pîranşehr: 3 kes

Bane: 3 kes

Urmiyê: 2 kes

Şino: 1 kes

Serdeşt: 1 kes

Pêka temen û karê wan qurbanî wiha ne:

2 kes ji birîndaran 2 zarokên  temen 12 û 7 salî bûn.

4 kes ji birîndaran kolber bûn.

6 kes ji kuştî û birîndaran şiwan bûn.

1 kes ji birîndaran cotyar bû.

Ew amare ku me bas kir bi piştgirêdan bi haletên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ye û belkî amara rastî, pêka vê rêjeyê zêdetir jî be.

Mixabin rejîma Îranê niha jî, berdevam e ji çêkirin û çandina mînên dijîkesî û bi berevajiya girêbestên navdewletî, li ser wê bawerê ye ku bi mifahwergirtin ji çandina mînan dikare sînorê xwe biparêze.