Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan girtiyên siyasî li Îranê li jêr gefa bidarvelkirinê de ne

17:02 - 9 Çirriya pêşîn 2025

Saziya Lêbihorîna Navnetewî anku “Amnesty International” bi belavkirina daxuyaniyekê huşdarî  da ku dehan girtî li Îranê de piştî dadgehîkirinên nedadperwerane û sepandina sizayên siyasî li dadgehên înqilab a rêjîmê de li jêr gefa lezgîn a bidarvekirinê de ne.

Herwisa vê navenda mafê mirovî tekezî kiriye ku sizayên sepandî bi ser wan girtiyan, li encama pêregihîştinên bê pirensîpên dadperwerî û li ser binyata hizrînên siyasî û îtirafkirinên bi zorê de ne.

Vê saziya mafê Mirovî daxwaz ji berpirsên rêjîmê kiriye ku bi lezgînî, tevahiya sizayên sepandî yên bidarvekirinê, bisekinîne û bo nehiştina yekcarî ya sizaya bidarvekirinê, pêngawên hewce hilbigire.