Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin

18:02 - 20 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekar yên Navenda Îtilata rejîma Îranê li Ciwanro pênç hemwelatiyên Kurd destbiserkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di dirêjahiya pêla girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslmî ya Îranê, 5 welatiyên Kurd zelkê gundê Tezeava ya Mîrekî li devera Ciwanro hatin girtin.

Nûçegihaniya Kurdpa nasnameya du kes ji girtiyan Wehab Çiraxî çalakvanê wêjeyî û Emîr Sebahî bi vî awayî eşkere kir.

Gorî raportê, hêzên Ewlekar yên Navend Îtilata rejîma Îranê li Ciwanro êrîş kirine ser mala wan 5 welatiyene û girtin û bo mekeneke nadiyar veguhastin.

Serbarê pêdeçûna malbata wan 5 Kurdane li Navendên Ewlekarî de, lê hêj tu agahiyek ji çarenivîsa wan 5 kesane li ber dest nine û nehatiye eşkere kirin ku çima ew 5 kese hatine girtin.

Her di wê pêwendiyê de, 12 hemwelatiyên Kurd xelkê Mihabadê ji aliyê hêzên Ewlekar yê Spaha Pasdaran ve hatin girtin.

Roja Înê 16’ê Çileya Paşîn a 2015’an, Îtilata Spaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê pêştî vê yekê ku êrîş kire ser cihê raketina çendîn welatiyên Kurd ku li bajar ve çûbûne bo gelî, bi awayeke girûpî 12 kes hatin binçavkirin.

Malpera Hêrana nasnameya wan 12 kesane bi vî cirî eşkere kir: Musên Deryanûş, şehab Zerîn, Mecîd xakdan, Kamil Necatî, Riza Mukrî, Riza Sultanîazer, Nadir Resûlî, Mensûr Husênzade, Mensûr Nadirî, Sêdîq Kakememî, Celîl Beduyî û Ehmed Dênad.

Gorî raportê welatiyên bajarê Mehabadê ku roja Înê bo geryanê çûbûne derveyî bajar, piştî pişikdarîkirin ji nimêja Înê li yek ji gundên nêzî mekanê geryanê, piştî ziwirîna bo cihên xwe ji aliyê memûrên Îtilatê a Spaha Pasdaran ve êrîş ser wan hatkirin û binçavkirin.

Hêzên Îtilatê ew 12 kese bi bê sûçeke eşkere girtin û di dema ku malbata wan 12 kesane pêdeçûn kirine, wan re gotine ku em dixwazin bizanin ew çikarene.

Ew raporta bas ji vê yekê dike ku şeva Şemî 17’ê Çileya Paşîn a 2015’an, ew 12 kese bo Urmiyê hatine veguhastin.