Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

552 zarokên Kurd li Turkiyê hatine kuştin ku 171 ji wan di dema AKP’ê de bûne

22:00 - 4 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: di 24 salan de 552 zarokên Kurd ji aliyê hêzên Ertêşa Tirkiyê ve hatine kuştin ku 171 ji wan di dema desthilatdariya “AKP”ê de bûne.


Li gor malpera “Firat”ê, wergirtî ji daxuyaniya Komîsyona Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan “ÎHD’ê a Amedê, raporek belav kiriye ku di pêvajoyên şer, teqîna mayin û teqemeniyên binerd ku rê ji pirsgirêkên zaf vekirî hiştiye, bi sedan kes dema çêrandina malatan, çandiniyê û dema lîztina zarokan de hatine kuştin.
Di daxuyaniya han de hatiye ku di sala 2011’an de 33 zarok bûne goriyên pevçûnên devera Kurdistana Bkûr. Herweha ji sala 2002’an ve heya niha di dema desthilatdariya “AKP”ê de 171 zarokan bi bûyerên ku sedemên wan Ertêşa Turkan bûne, cane xwe ji dest dane.
Saziya han amaje dike ku di 24 salên debasbûyî de, wate ji sala 1988’an heya niha, 552 zarok ji ber sedemên pevçûn û teqînan jiyana xwe ji dest dane, ku 171 ji wan di dema desthiolardariya “AKP”ê de bûne.
Daxuyaniya han amaje dike: “kurtajên ku îdîa dikin ku ew mafên zarokên hîna di zikên dayîka xwe de diparêzin, behsa mafên bi dehan zarokên ku li herêma Kurdan de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zanebûn tên kuştin nakin.

Ew gazincên xwe ji desthilatê kirin û pirsek derxistine hole: “ çima kujerên 552 zarokên Kurd nahên darizandin û ceza li wan hatiye birîn?
Di bersiv de jî dibêjin: “Ji ber ku ên zarokên me dikujin, bi awayekî tên parastin.”
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê