Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

570 xwendingehên Kurdistanê xwediyê sîstema germkirinê nînin

16:14 - 11 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Birêvebirê giştî ê nûsazî, çêkirin û amadesaziya xwendingehên Kurdistanê ragehand ku niha 570 xwendingeh hene ku xwediyê sîstemên germkirinê nînin, ku li gora pêşbîniya sala 1394’an dibe 200 nxwendingehên din jî di parêzgeha Kurdistanê xwediyê wê sîstemê bûnaya, û xwendingehên din jî biryar bû ku di sala 1395’an de bibûna xwediyê sîstemên germkirinê. Herçend ku dibe bihê gotin ku 200 xwendingehên din jî wê heya buhara sala tê, wê ji sîstema germkirinê bê par bimîn. Ji berku ew budceya ku bas jê hatibû kiirn, nediyar e ku rastiya hebûna wê hebû yan na.

Îehram se’îdî birêvebirê giştî ê nûsazî, çêkirin û amadesaziya xwendingehên Kurdistanê ragehand ku: Îdareya giştî ya nûsaziya xwendingehan di parêzgeha Kurdistanê de, hekî budceya hewce bihê dayîn, wê hemû pirojeyên danîn sîstemên germkirin û sarkirin bi awayekî standar wê cîbicî bike.

%40 ji xwendingehên Kurdistanê hewcedarê qahîmsaziyê ne
Birêvebirê giştî ê nûsazî, çêkirin û amadesaziya xwendingehên Kurdistanê tevî vê ku îşare bi vê kir ku her yek ji xwendingehên şaristanan li çav berfirehiya şaristanan û nifûsa şaristanan hewcedarî nûsaziyê ne, jiber ku rewşa wan xwendingehan nebaş e û têk çûne, got: “Li gora pîvera navgîn ya erdhejê jî, di wan şaristanên ser bi parêzgeha Kurdistanê de metirsiya herifîna xwendingehan heye, û divêt em gellekk giringiyê bidin vî warî”.