Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 hemwelatiyên Ereb ji aliyê hêzên ewlehî ên Komara Îslamî ve hatin binçavkirin

21:06 - 14 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehî ên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê, 6 hemwelatiyên Ereb li bajarê Ehwazê binçav kirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî berwarê 19’ê Sermawez a sala 1394’an a Rojî, 6 hemwelatiyên Ereb ên xelkê Ehwazê bi navên Mecîd Ke’bî, Mîlad Benî Se’d, Elî Zeynîwend, Ne’îm Dilfiye xelkê Spîdar a Ehwazê û herweha Wehîd Mihemed Mûsayî û Daniyal Xeyrî akinciyê Ramşehrê , ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heya niha derheq bi sedema binçavkirin û herweha qedera wan 6 hemwelatiyên Ereb tu zaniyariyek belav nebûne.

Her di vê derheqê de jî, heya niha qedera 8 çalakên medenî ên Ehwazê jî ku bi tometa “Şer tevî Xwedê” ji aliyê taya yek a dozgeriya Şoreş a Ehwazê ve bi cezaya bidarvekirinê hatine mehkûmkirin jî, nediyar e.

Pêla tepeserkirin û binpêkirina mafên gelên bindest ên Îranê her ku tê ber bi zêdebûnê ve diçe, eva di demekê de ye ku di gera vê dawiyê ya hilbijartinên serkomariya Îranê de, Hesen Rûhanî soza bêtirkirina rewşa mafê mirov û girîngîdana bi netewên bindest ên Îranê dabû û her bi dana sozên han dengên hewce bo serkomariyê ji xwe re misoger kirin.

Ligorî raporan û gotinên pispor û çalak û rêkxistinên mafê mirov di navxwe û derveyî Îranê de, piştî hatineserkar a Hesen Rûhanî, rewşa mafê mirov di Îranê de netenê bêtir nebûye, belkî ber bi xirabiyê ve çûye.