Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

67 sal hep bi ser 20 hevwelatiyên Mehabadê de hat sepandin

14:22 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: 20 hevwelatiyên Mehabadê ku Payîza derbasbûyî bi tometa ewlehî hatibûn destbiserkirin, ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî ve, bi giştî hukmê 67 salan hepsê bi ser wan de hat sepandin.


Li gor rapora nûçegihaniya Mukriyanê, navên wan kesan ku di taya 1’a dadgeha Şoreş a Mehabadê de hatine mehkûmkirin, bi awayê jêrde ne: 1. Usman Mewlanijad10 sal heps, 2. Elî Mewlanijad 5 sal heps, 3. Îsmaîl Hemzepûr 5 sal heps, 4. Nasir Terîq 5 sal heps, 5. Çiya Mewlanijad 5 sal heps, 6. Mihemedemîn Qadirzade 4 sal heps, 7. Selîm Çiraxmena 4 sal heps, 8. Luqman Salikî 4 sal heps, 9. Kawe Salekî 4 sal heps , 10. Silêman Rehîmzade, 4 sal heps, 11. Usman Qasdirnijad 3 sal heps, 12. Elî Burna 3 sal heps, 13. Mihemed Îzeddost 2 sal heps, 14. Enwer Îzeddost 2 sal heps, 15. Zanyar Qadirzade di dadgeha sertayî de bi 3 sal hepsê şû piştre di pêdeçûnî de bo salek û nîv hat kiermkirin, 16. Nasir Bêhcetî salek û nîv heps, 17. Simko Usmanî salek û nîv heps, 18. Mihemed Îbrahîmzade 1 sal heps, 19. Qasim Rehîmî 1 saê heps, 20. Murad Hesenzade 6 meh heps.

Li gor rapopra han, derkirina hukmê hepsa wan 20 kesan hizûrî bûye û di heyamê 20 rojan piştî eagihandina wî hukmî, ew dikarin daxwaza pêdeçûnê bikin.