Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

70 sal xebat

13:59 - 8 Îlon 2015

Şehab Xalidî

70 salan berî niha Partiya Demokrat a Kurdistanê hate avakirin, û her vê partiyê jî karî ku piştre Komara Kurdistanê ava bike û vê şanaziyê bo heta heta di nav rûpelên xwe ên zêrîn de tomar bike, û piştî rûxandina Komra Kurdistana jî vê partiyê di rewşên herî bi zehmet de berxwe da, li ser piyên xwe sekinî, û bo mana xwe û di hemberî wergirtina alîkariyê çi poan li ser bingeha dijminatiya bi aliyekî din re neda tu rêkxiraw, partî yan heta dewletekê.

Di rastî de her ew siyasetên serdemiyane ên PDKÎ bûne sedema vê ku PDKÎ bikare bi milyonan xelkê Kurdistanê li dewra xwe kom bike, û bikare di hemberî wan hemû siyasetên qirêj û pîlanên reng bi reng ên dijminan de ne tenê li ser piyê xwe bisekine, belkû derbên weha li dijmin bide ku dijmin êdî riya tepeseriya xelkê Kurdistanê û kuştara wan û riya terorê li hember PDKÎ û bitaybet rêberên wê partiyê bigre pêşiya xwe.

Lê ew partiya her di qada xebat û tekoşînê de, bi parastina rewa kar û tekoşîna xwe meşand, û karî xewnên neyarên Kurdan yek bi yek pûç bike, û xevê ji çavên wan biherimîne, ku dixwastin bi wan teror û tepeseriyan xeyala xwe ji aliyê Kurdistanê ve rehet bikin.

Em dikarin bêjin ku PDKÎ partiya pêşeng, xwedî ceribandinên zaf, xwedî pêgeh di nav xelkê Kurdistanê, û naskirî di asta navneteweyî de ye. Lewra xelkê kurdistanê şanaziyê bi vê partiya xwe dike, û heta ew mabin, PDKÎ jî her bi vî awayî bihêz wê di qada xebat û tekoşînê de bimîne, û wê bikare wekî berê ciyê hêviya xelkê Kurdistanê bo pêşerojeke geş û ronahî be.