Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

75 sal xebat û berxwedana pîroz

21:00 - 11 Tebax 2020

Dara Natiq

Di 25`ê Gelawêja Îsal de 75 sal bi ser temenê pirr ji destkevt û serweriya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran ê û xebat û tekoşîna pîroz û binirx a wê re derbas dibe û “Yûbîla Elmasî” li sîngê xwe dide. Dameziradina PDKÎ verçerxanek girîng di dîroka siyasî a gelê Kurd û detpêka xebatek modern û rêkxistinî bû di Rojhilatê Kurdistanê de ku bû bi bingeh û destpêkek nû a xebata neteweyî bo tewahîya Kurdan.

Ceribîn û ezmûna siyasî û rêkxistinî a Komeleya Jêkafê (K-J) bû alîkar ku hizbek siyasî li ser xîm û bingeha neteweyî û nîştimanî ya wê were damezrandin. Eva bû ku 75 salan berî niha di 25`ê Gelawêja sala 1324`an a Rojî de Partiya Demokrat a Kurdistan ê li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed û li ser xîmê K-J, ji dayîk bibe û çavê xwe bi rûyê dinê vedike û dibe cihê hêvî ya gelê kurd û bandora xwe li ser doza berheq a Kurd li beşên din yên Kurdistan ê jî çê dike.

Avabûna organîzasiyon û rêxistinek siyasî û serdemiyane bi navê Partiya Demokrat di wê rewşa aloz a siyasî de bi guhartinek mezin, çarenivîssaz û bibandor li dîroka tevgera rizgarîxwazî ya Kurdan de tê hesibandin û di rastî de nîşana zanabûna rêberên wê partiyê û hişyariya siyasî û netewî a civaka xelkê Rojhilatê kurdistanê di wê demê de tê hesibandin.

Bizava rizgarîxwaz a Kurd bi avabûna PDKÎ bû xwediyê bername û stratejiyek bibandor û organîzasiyonek siyasî û modern. Saziyek ku li pêvajo û piroseya xebat û tekoşîna siyasî û neteweyî de asta hişyariya siyasî û mafxwazî a xelkê Kurdistanê bibe jor û ji vê riyê ve jî berevaniyê ji daxwaziyên netewî ên berheqe kurdan dike û bi misogerkirina wan cehida avakirina kiyan û desthilatek netewî dide û tekoşîna xwe nevestane heya îro berdewam dike. Avakirina yekem Komara modern û demokratîk a Kurdî bi navê Komara Kurdistanê jî piştî 6 mehan bi ser temenê Hizba Demokrat de eyankerê vê rastiyê ye. Em dikarin bêjin ku Partiya Demokrat yekem partî bû ku bo cara ewil piştî avabûna xwe di demeke kin de karî hêviya gelê Kurd bi awayekî Komarî di parek ji Kurdistana Îranê de ava bike û tama azadî û hebûnê di wê para Kurdistanê de bide gelê xwe û bi vî awayî rûpeleke zêrîn bêxe ser rûpelên dîroka Kurd û serkevtineke mezin bo gelê Kurd misoger bike.

Bi derketin û avabûn Hizba Demokrat, tevgera Kurd reng û rûçikek pêşkevtinxwazane bi xwe ve girt. Reng û rûyek ku hilgirê rabûn û Rasana civaka Kurdî bûye. Di vê Rasanê de, gotar, stratejî û taktîkên cuda kar li ser tê kirin û xebata neteweyî derbasî qonaxek nû û bi bandor dibe.

Partiya Demokrat a Kurdistan ê jî, ji bo bidestxistina mafên neteweya Kurd ji şêwazên cuda û serdemiyane mifah standiye. Lê hin tiştên mayînde li cem wê partiyê hene ku ti caran nayên guhertin û ew jî, maf, nasname, ax, welat, wekhevî û kerameta Kurd û Kurdistaniyan e. “Ji ber vê çendê hem avakar û xebatkarên cangorî yên wê partiyê, dibe riha wan şa be ku partiyeke wisan avakirine û hem jî mîratgir û xebatkarên vê partiyê û civatên xelkê Kurdistanê dibe bi vê çendê serbilind bibin ku xwediyê partiyeke wisan in, ku serbarê derbasbûyiyeke dûr û dirêj û pir serfiraz, dirûşmên wê bi giştî ku derikandina demokrasî û bidestxistina mafên neteweyî û azadiya gelê Kurd li Kurdistana Îranê ye, ne tenê her kevin nebûn û nemehiyan e, belkî di cîhana îro de pitir ji her demekê rewayî û mirovahî bûna xwe selimandine.

PDKÎ serbilind e bi vê ku her ji rojên destpêka damezirandina xwe ve heya niha, ku 75 sal bi ser temenê wê re derbaz dibin, bo nasnameya neteweyî û demokrasî û azadiyê xebat kiriye, û di vê pêxemê de gelek qurbanî daye, ew armancên ku serdemekê ji aliyê hinek aliyên fikrî ve, weke paşvemayî û hizra tayifegeriyê dihatin dîtin, lê niha gellek ji wan aliyan, bi salan e ku ba dane, û xwe wekî alahilgirê van hizr û buhayan dihesibînin, ku PDKÎ li ser hatiye avakirin, eva jî ew rastiya ye, ku partiya me gellek zêdetir ji wan, ji hewcehiyî û daxwazên xelkê Kurdistanê têgihîştiye, hewcehiyek ku xwe li serveyî xak û netewe de dibîne, ku hertim armanca dijmin bûye, bona vê ku van bihayên bilind kêmbuha û tine bike, û xaka wê dagîr bike, û bîr û hizra neteweyî di xwe de bihelîne, û ji vê biyavê ve, ji tu cinayet û zulim û zordariyekê destê xwe neparastiye.

Di dema 75 salên derbasbûyî de, PDK Îranê di pêvajoya xebat û berxwedaniya xwe de bi awayekê tevî dujminan ji aliyekê û tevî heval û dilsozên gelê Kurd ji aliyeke din ve liviya ye ku ev partiye ji bilî derbasbûyîn û bizav û tekoşîna xwe, pêşeng û serbilind di nav xelkê mafxwaz û azadîxwaz yê Kurdistanê û civata azadîxwaz a Îranê û gelê Kurd de, li parên din yên Kurdistanê bûye sedema hezkirina vê . Rola rêberîkirina bizav û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bi jêhatî bi cih anî ye û baweriya civatên xelkê Kurdistanê bi awayeke berçav bi dest ve anî ye û di nav kom û civatên navneteweyî û herêmî û Îranî û parçeyên din yên Kurdistanê de xwedîhitbar û bawerpêkirî ye. Bi partiyekê ku rêz ji bo nirx û buhayên mirovî didanê hatiye naskirin û di pêxema xebata bixwîn de mifah ji alavên nejêhat û sinca neşaristanî nebirî ye û amûrên nepîroz ji bo armancên pîroz destnîşan nekirî ye û dest Ji bo kiryarên dûr ji yasa û rêsayên cîhanî û mirovî nebirine. Xebat û tekoşîna xwe li ser bingehek îroyîn û bi mifahwergirtin ji mêtodên pêşkevtî û li ser bingeha zagonên cîhanî û li gor berjewendiyên neteweya Kurd meşadiye û heya vê gavê jî her berdewam e. 

Bê guman ev hitbar û nifûz û baweriye ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ewqas rihet û misanahî pêk nedihat, hekî ev partiye xwediyê siyaset û stratêjiyek rast û usûlî û rastbînane nebiba, silogan û diroşmên vê ji hêvî û daxwazên û di nava dilê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî ve çavkanî negirtiba, hekî cangorîtî û fîdakarî û qarimanetiya pêşmerge û endam û alîgirên vê partiyê ev hinde zaf neba û civatên xelkê Kurdistanê bi çavkaniya sereke ya xebat û piştevaniya fermî û herî bihêz û bibandora xwe nezanî ba.

Pêvajoya xebat û tekoşîna PDKÎ di heyamê 75 salên derbasbûyî de, xwediyê gelek qorbanî û cangorîtiyên mezin bûn ji aliyê xurtên azadîxwaz û şoreşvanên neteweya me ve. Bi hizaran xebatkar û welatparêzên Demokrat jiyana xwe goriyê berdewamiya xebat û gihîştin bi armancên pîroz yên rizgariya gel û nîştiman kirine ku di nava wan de rêberên mezin û karîzmatîk yên neteweya me, Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî tên xuya kirin. Partiya me di vî heyamî de hevrîşî gelek qonaxên dijwar û sext yên xebatê bûye û pir bûyerên nexwaş hatine ser rêya vê li ti car ji berdewamiya xebata xwe bo azadiya Kurdistanê nesekiniye û hertim alaya şoreş û azadiyê bilind ragirtiye û berdewam bûye. Pîştî derbasbûna 75 salan ji xebatê, PDK Îranê niha jî partiya sereke û xweştevî ya civata xelkê Kurdistanê ye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine