Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

78 kes li Sûriyê hatin kuştin

15:55 - 5 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di şer û pevçûna navbera hêzên Beşar Esed û muxalifan de 78 kes di bajarê cûr ba cûr Sûriyê de hatin Kuştin.

Saziya Mafê Mirovan a Sûriyê (RMMS) ragihand, hêzên rejîma Sûriyê bi çekên giran êrîşî muxalifan kirin û dest bi ser çend cihên muxalifan girtin ku di vê navberê de 78 kes hatin kuştin.

Saziya han di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di wî şerî de ku 78 kes hatine kuştin 5 zarok û 8 jin hebûn e ku jiyana xwe ji dest dan e.

Herwiha RMMS diyar kir ku di operasyonên li dijî muxalifan de li Demişq 31, Heleb 13, Îdlîb 10, Hums 10, li Hesek û Hamayê her yek ji wan 5 û li Derayê û Lazkiyê her yek ji wan 2 kes ku dike 78 kes, hetin e kuştin.

Di vê pêwendiyê de li gor amara hatî tomar kirin ji aliyê Navenda Çavdêriya mafê mirov a Sûriyê di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de, heya niha 150 hezar û 344 kes hatine kuştin.

Amara han di demekê de tê bilav kirin ku 3 sale ji şerê Sûriyê derbas bide û ew şer û pevçûna her berdewame.

Li gor wê amarê, di nav 150 hezar 344 kesan de, heya niha 8 hezar zarok di wî şerî de hatine kuştin.

Ji wê hajmar kesên ku li Sûriyê hatine kuştin, 37 hezar û 800 kes ji opozîsyon û 51 hezar û 212 kes hemwelatiyên sivîl hatine kuştin.

Herwiha 58 hezar û 480 kes ji hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin ku çendîn ji wan hêzên Hibullaha Lubnanê bûn e .

Rejîma Îslamî ya Îranê û Lubnanê bi alîkariya rejîma Beşar Esed rûleke hestyar di tepesekirin û kuştina xelkê Sûriyê de heye.

Bi gotina çarvêriya mafê mirov a Sûriyê nasnameya 2 hezar û 871 kuştiyan nehatiye zanîn.

Heya niha zêdeyî 7 milyon kes ji xelkê Sûriyê koçberên welatan bûne û mala xwe terkadin e ku piraniya wan penberan li welatên derdora vî welatî de rûniştî ne, ku li welatên weke Îraq, Turkiye û Lubnanê dimînin û piraniya Kurdên Kurdistna Rojava li Herêma Kurdistanê akincîne.