Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 sal cezaya gitîgehê bi ser du hevwelatiyên Kurd de hat sepandin

17:19 - 11 Tebax 2012

Kurdstanmedia: Du hevwelatiyên xelkê bajarê Bokanê bi tometa ewlehiyê ji aliyê dadgeha pêdeçûnê a parêzgeha Urmiyê ve bi 8 salan hepsê hatin mehkûmkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, du hevwelatiyên Bokanê bi navên “Qasim Rehîmî” û “Celal Nasirî” ji aliyê dadgeha pêdeçûnê a parêzgeha Urmiyê ve bi 8 salan hepsê hatin cezakirin.
Li gor çavkaniyê ew du hevwelatiye pêtir sê mehan e di girtîhegê de ne û her yek ji wan bi tometa ewlehiyê cezaya 4 salan hepsê bi serde hatiye sepandin.
Ev du hevwelatiye berê jî destbiser û bi dana rehînê serbest hatibûn berdan.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê