Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

800 hezar zarok di Îranê de, bi destê xwardemeniyê dinalin

16:45 - 1 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Welatê Îranê li warê çavaniya xwardin û xwardemeniyê de di nav rêzbendiya welatên cîhanê de pileya 80’ê heye.

Rêxstina FAQ ku taybet bi xwerdin û xwedemeniyê di asta cîhanê de ye, di raportekê de bilav kiriye, niha 880 milyon kes hewceya wan bi xwardinê heye û salane 2,6 milyon zarok di temenê jêr 5 saliyê de bi wê sedemê canê xwe ji dest dane.

Serhejmarî vê yekê eşkere dikin ku rêjeya wan zarokane ku bi sedema nebûna xwardemeniya baş canê xwe ji dest didin, koma giştî a 1 liser 3 a zarokên cîhanê ye.

Raportên nafermî bas ji wê yekê dikin ku niha 800 zarok di Îranê de tûşî nebûna xwardemeniya baş bûne.

Li gor rêzbendiya cîhanê, Îran li warê çawaniya xwardin û xwardemeniyê ve di nav 125 welatên cîhanê de di pileya 80’ê de ye.

Kirîza abûrî, kêm dahatiya malbatan, jordeçûna rêjeya bêkarî û enfilasiyona abûrî, bûye sedema ewê ku bernameyên xwardemenî a malbatên Îraniyan kêm bibin û hemwelatiyan û bi xasmanî zarok tûşî nebûna xwardina baş bibin.