Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Afirandina derfetê

20:32 - 20 Nîsan 2016

Kerîm Perwîzî

Civaka Kurdistanê wekî hemû civakeke din, ne kêmtir û ne zêdetir, xwediyê mafê wekhev e, bona vê ku xwe wekî neteweyeke xwedî serwerî pênase bike, û hevterazê neteweyên din ên cîhanê biselimîne ku ne zêdetir, û ne jî kêmtir ji wan, xwedî maf e, û bi xwe diyarî dike, ku çawa di piratîkê de jî kar bo vê yekê bike.

Di pêxema desteberbûn û selimandina “hebûn” û mafeke bi vî rengî her civakek û yek ji wan, Kurdistan dibe xebatê jê re bike, û nirxa vê xebat û daxwaz, û azadiyê jî bide.

Heya vir cihê pirsyarê nîne, û zelal dixûye, lê di nawerokê de kî dibe vê xebatê bixe ger, û di pêxema gihîştina bi hêviya mafê wekhevîbûna neteweyî de, rê diyarî bike, û rê nîşan bide, eva dibe cihê pirsyarê, ku renge bersivên curbicur ji bo vê pirsê hebin, lê di yek besivê de, tu xatircem î, ku bona rêxistina xebatê û enirjiya civaka Kurdistanê, bona selimandina maf û azadiyan, rêkxiraw û karê hizbî û rêkxistinî hewce ye.

Hêz û enirjiya pengxwarî (pendavbûyî) ya di nava civakê de, renge di derfet û qonaxên cuda de xwe nîşan bidin, û şiyana xwe ya hêzê, di pratîkê de nîşan bidin, lê ew hêz demekê berdewam dikarin kar bikin, û keda wan xesar nabe, ku ji aliyê rêkxiraw û hizbekê ve, bêne organîzekirin, û hizba xebatkar hem ji derfetan mifahê bistîne, û hem jî enirjiya xwe bi kar bîne, û di encamê de rêberiya bizavê bike, da ku jihevbelavî û dubarekarî, civakê tûşî bêhêvîtiyê neke, û nirxên ku têne dayîn xesar neçin.

Di vê pêxemê de ye ku di peyama newrozî ya PDKÎ de hatiye: “Em dixwazin ku îsal vê derfetê ji we re pêk bînin, da ku di sala nû de,tevlî refên pêşmergeyên Demokrat bin, bona destpêkirina jiyana serbilindane, û bi cih hêlana serşorî û paşvemayînê”.

Xala girîng ya vê hevokê eva ye ku rû li ciwanên welat dibêje ku “Em wekî PDKÎ vê derfetê ji we re pêk tînin, da ku tevlî xebatê bin, û di pêxema jiyana serbilindane de hêzên xwe komî ser hev bikin”.

Di vir de pêdagirî li ser erka sereke û girîng ya partiyeke şoreşger û xebatkar hatiye kirin, ku ew rêkxiraw dibe derfetê biafirîne, da ku mirovên di nava civakê de, di pêxema avakirin, û bi cih gehandina xewn û xeyalên xwe de, pêngavên bi kiryar hilgirin, û ger partiyeke bi vî rengî tunebe, yan jî hekî ew partî erk û karên xwe bi başî encam nede, hem enirjiya civakê xisar dibe, û hem jî tovê bêhêvîtî û xemsariyê di nav welat de belav dibe.