Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agadarî: Komîteya PDKÎ li Swîdê alîkariyê ji Rasan û pêşmerge re kom dike

22:17 - 22 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li Swîdê bo alîkarîkirina Rasan û Pêşmerge alîkariyê kom dike.

Deqa agadariyê:

Xelkê Têkoşer ê Kurdistanê!
Xebatkar û şoreşgerên mandînenas, hogirên azadî û dadperweriyê!
Endam û alîgir û dostên PDKÎ li Swîdê!


Herwekî ku hûn agadar in, her niha xortên neteweya me, berê xwe dane çiyayên serkêş û asê ên Kurdistanê, û cardin hebûna xebata bêrawestiyan ya neteweya me di çepera Rasanê de qahîm ragirtine. Ew amade ne ku di pêxema azadiya min û te û hemiyan de canê xwe gorî bikin, û rê nadin ku çekçekûleyên (peleçengên) cehl û nezaniyê, xaka pak ya Kurdistanê pîs bikin, û hewayê paqij ê Kurdistanê têk bidin.

Ew kur û keçên nîştimana me ne, ku di pêxema dabînkirna mafê neteweyî ê Kurdistanê de, amade ne ku hemû cure fîdakariyekê bikin. Di vê rewşê de, di vê dema hestiyar a dîrokî de, erk û wezîfeya li ser milên me hemiyan e ku ya ji destên me tê, bona xizmetkirina bi xortên nîştiman, em encam bidin, û karekî bikin ku di hemberî vijdana xwe de em asûde bin.

Xortên we, niha ji her demeke din zêdetir pêwîstî bi alîkariya malî ya dê û bavên Kurd in, ku niha li welatên derve de dijîn. Hûn bi alîkariya herçend kêm jî be, dikarin alîkariya xortên xwe bikin, bila kur û keç û kurên nîştiman hest bi vê yekê bikin, ku neteweyek li pişta wan e, ku nahêlin parêzerên nîştiman bê îmkanat bimînin.

Bona vê ku alîkariyên we zûtir bigihîjin destên komîteya Swîdê, alîkariyên xwe bo hejmar hisaba taybet bi Rasanê ku li xwarê hatiye bişînin.

Bêguman alîkariyên we bi emanet ve li malpera komîeta PDKÎ-Swîdê û malpera Komîteya Navendî ya PDKÎ belav dibin. Em çavnihêrê alîkariya hemû aliyekî ne.

Navnîşan:

KURDISKA media
Bankgiro 802-3574
SWISH NUMER
1231492149

PDKÎ
Komîteya Swîdê