Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agir berdane çiyayê Şaho

14:31 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi gotina hemwelatiyan rejîma Îranê bi awayeke sîstematîk ji ber konterol kirina deverên çiyayên Kurdistanê, daristanan dişewitîne.

Li gor rapora Kurdistanmedia, êvara roja Înê 25’ê Tîrmeha 2014’an, kes an kesên nasnekirî egir berdane çiyayê Şaho di derdora Mile Palingane û Şivankar û di encam de çendîn darberû di nav agir de şewitîn.

Ew agira bi harîkariya welatiyan û çiwanên jîngehparêziya Ciwanro û Riwanserê û Bexşa Şaho hat konterolkirin.

Şahîdekê di vê pêwendiyê de bi nûçegihanê Kurdistanmedia ragehand: Ew agirene bi destkird diçin û pitir ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ve agir berdidine wan daristanane, welatiyê han sedema agir berdana daristanan ji aliyê hêzên rejîm bo baştir konterol kirina deverê ragehand.

Bi gotina şahîdê han, hemwelatî li ser vê bawerê ne ku agirberdana daristanan û kêmkirina giyayên hişik ên zozan û daristanên deverê li varê leşkerî ve konterola het û çûn di nav wan daristanane de bo hêzên rejîma Îranê hêsantir dike.

Ji aliyek din ve hevwelatî bas ji danîna alav û dezgeha konterolkirina hat û çûna kes di nav wan daristanane de dike û li ser vê bawerê ne ku rejîm li derdora bargehên xwe çendîn amêr û dezgehên bihîstinê daniye. Û her ji ber vê yekê rejîm agir berdide daristan û deşt û dolan.