Kurdistanmedia: Îro 24’ê Îlona 2012’an, li kempa penaberên Kurdên Rojava agir berbû konan û 9 kon şewitîn.
Li gore nûçewyê “Avestakurd”ê ji encama agirê ku girte konekê (ji agirê gazê) di nava çirkeyan de agir bi konên din jî ket. Tevî hewlên vemirandina agir ji aliyê penaberan û turumbêla hawarhatinê jî, lê agir nehat kontrolkirin.
Li gor çavkaniya han, wê agirketinê tu ziyanên canî nebûn, lê tiştên 9 malbatan yên nava malê hemû şewitîn.
Hêjayî gotinê ye, ji dema kempa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz-Duhok hate avakirin, ev bû cara duyê bûyera şewatê çêdibe. Berî demekê jî agir girtibû 2 konan.
Kempa Domîz li Duhokê nêzîkî 27 hezar kes ji penaberên Kurd ên Rojavayê dijîn.
Wêne: Avestakurd