Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansê wêneyê binkeya nîzamî a “Parçîn”a rejîma Îranê belav kir

15:27 - 6 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Ajansa “NY” a Enerjiya Navikî, roja Çarşemî berwar 5’ê Îlonê, wêneyek binkeya nîzamî a “Parçîn” xisat ber çavên dîplomatan û rejîma Îranê bi tunekirina nawikî di wê binkeyê de tometbar kir.


Li gor rapora “BBC” û bi gotina dîplomatên Rojavayê, wêneyên han di rûniştinek nepenî a welatên endamên ajansê de hatine nîşandan ku di rû de tunekirina hewlên nîzamî ên navikî yên rejîma Îranê di binkeya Parçîn de derdixe holê.
Wêneyê han ku du heftiyan berî niha di riya mahwareyek esmanî ve hatiye girtin, bînayek nîşan dide ku pêtir ji 10 sal e bo ceribandina navikî a rejîma Îranê mifah jê hatiye sitandin û bi qumaşek rengê “pemeyî” hatiye nixavtin.
Nûnerê rejîma Îranê di Ajansa Enerjiyan Navikî de ew yek nerast daye zanîn.
Lêkolerek Amerîkayî berê ragihandibû ku veşêrana wê bînayê renge bi armanca veşêrana tunekirina pêtir a damezriyên navikî be.
Rejîma Îranê ragihandiye ku binkeya Parçîn saytek nîzamî a naskirî ye ku rejîma Îranê ji nîşandana wê saytê bi nûnerên Ajansê berpirsyar e.