Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

AKP û CHP li ser pirsa Kurd li Turkiyê di civin

15:17 - 4 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Partiya desthilatdar “AKP” û Partiya Gelê Komarî “CHP” li ser pirsa Kurd li Turkiyê, piroje yasayekê pêşkêşî Parlemanê dikin.
Li gor nûçegihaniya “Tûdeyzeman”, heftiya derbasbûyî “Kemal Kilîçda” Serokê Partiya “CHP” daxwaz kiriye ku ji çareseriya pirsa Kurd re hewil bihê dayîn.
Navbirî daxwaz ji berpirsên hikûmet û Parlemana Turkiyê kiriye ku li ser mijara han pêdagirî bihê kirin û rêçareyekê ji pirdsa Kurd re vebînin.
Serokê “CHP” herweha got: “Sala 1989’an partiya me daxwaza çaresriya pirsa Kurd kir û herweha di dema hilbijartinên Parlemanê de sala 2010’an jî me ew pirs derxist holê, lê tu partî û aliyeke siyasî guh nedan me.”
Biryar ev e ku Çarşemiya pêşde Seokê “CHP”ê û Serokê “AKP”ê partiya desthilatdar a Turkiyê li ser pirsa Kurd bicivin û piroje yasayekê ji çareseriya pirsa Kurd re radestî Palemana wî welatî bikin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê