Gorî rapora “Bloomberg”ê, rejîma Îranê ji destpêka peydabûna vaksena vîrûsa Koronayê ve heta niha, 124 hezar û 193 kes vaksen kirine, ew di halekê de ye ku qasa belavbûna vîrûsa Koronyê di Kurdistan û Îranê de dem bi dem zêdetir û berfirehtir dibe.
Roja Şemî 3ê Nîsanê, Nûçegihaniya “Bloomberg”ê ku li pey çavaniya pêvajoya vaksenkirina di cîhanê de ye, ragihandiye: “Pêka dawî zaniyariyan, bona gihîştin bi ewlehiya giştî di hember Koronayê, dibe %75a xelkê welatan bêne vaksenkirin, Îran bi kutana 3 hezar û 806 doz vaksenê di rojê de, 10 sal dem heye ku %75 ê ye xelkê Îranê vaksen bike.
Kotana vaksena Koronayê di çendîn welatan de bi lezgînî berdewam e û Tirkiye 13 mehan dem hewce ye ku %75ê xelkê xwe vaksen bike û welatê “Qeter û Îmarat”ê jî 5 meh hewce ne ku %75ê ji xelkê xwe vaksen bikin, lê rejîma Îranê bi xemsarî, nekirîna qasa hewce ya vaksenan bi taybet vaksenên bi wec, siyasîkirina vaksena Koronayê û girîngînedan bi canê xelkê , aliyê kêm 10 salan dem hewce dike ku bikare xelkê vaksîne bike.