Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniyayê Cihgirê Serokê “Navenda Îslamî ya Hamburg”ê ya girêdayî rejîma Îranê ji wî welatî dûrxist

11:16 - 19 Hezîran 2022

Dewleta Almaniyayê “Silêman Mûsewîfer” Axûnd û Cihgirê “Navenda Îslamî ya Hamburg”ê ku saziyek piropagendeyî ya ser bi Elî Xamineyî, rêberê rejîma Îranê ye bi tawana piştevanîkirin ji terorîzmê ji wî welatî derxist.

Li gorî rojnameya "Hamburger Morgan Post” a ser bi Almanê, roja Şemî 18ê Hezîranê, dadgeha Almanê “Silêman Mûsewîfer” bi tawana piştevanîkirin ji “saziyên tundajo û terorîsta Şîe û belavkirina vîdiyoyên propagendeyî yên wan di nav torên civakî de”, cezayê derkirina wî terorîstî ji welatê Almaniyayê erê kir.

Dadgeha Almanê huşdarî daye wî axûndî ku eger ji Almanyayê dernekeve dê bi cezayên giran re rû bi rû bibe. Herwisa, dadgehê rê neda wî axûndê ser bi rejîma Îranê careke din derbasî Almaniyayê bibe û daye zanîn, eger Mûsewîfer hukmê xwe binpê bike, divê ku heta sê sal cezayê girtîgehê bo wî were birîn.

Mûsewîfer yek ji wan axûndên terorsît e ku vîdiyo û wêneyên çekarên Hizbullaha terorsît a Lubnanê li ser Facebookê parve dikir û serxweşî li endamên wê yên hatinî kuştin dikir;  çar sal berî niha jî di xwenîşandanên dijî Yehûdiyan de beşdarî kiribû.

Welatê Almaniya Hizbullahê wek “saziyeke terorîstî” mêze dike.

Li gorî berpirsên ewlehî yên xwecihî yên welatê Almaniyayê, Mûsewîfer piştevaniya saziyên tundajo, terorîst û çekdarên Şîe dikir û herwisa ji bo Hizbullaha Lubnanê pare kom dikir û rasterast bi endamên wê saziya terorîstî re pêwendî hebû.