Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadekatiya xelkê devera Tirgewera Urmiyê bo birêvebirina cejna newrozê

14:57 - 17 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê çend rojên derbasbûyî de xelkê devera Tirgevera Urmiyê, serbarî gefên hêzên Leşkerî ên rejîma Îranê, xwe bo birêvebirina cejna newrozê amade dikin.

Li gor rapora Kurdistanemdia, di demekê de ku çend roje hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê cihgîr li bargehên rejîm dixwazin pêşiya birêvebirina cejna newrozê di derdora bajarê Urmiyê de bigrin, lê akinciyê vê herêmê xwe bo birêvebirina cejnê amade dikin.

Çavkaniyekî hayîdar ji wê meselê bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragiahnd: Hêzên rejîm bi şivrayan ragihandin e, pêşiya agir hilkirin li bilindahiyên wê deverê bigrin.

Herwiha çavkaniya han ewa jî ragihand: Şivrayên deverê li jêr givaşa hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê, xelkê wê deverê hayîdar kirin e ku eger rê û resma cejna newrozê birêve bibin û agirê newrozê hilkin, îtimala girtina wan heye, lê xelkê tû girîngiyek bi wan axavtinên rejîm nedan û niha xwe amade dikin bo rê û resma cejna neteweyî û kevnar a newrozê.