Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên ne wekhev\\ Wezîrê Saxlemiyê: Di Îranê de 22 hezar tûşbûyên “HIV”ê hene

15:32 - 5 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Wezîrê Saxlemiyê yê rejîma Îranê bi amajekirin bi 22 hezar tûşbû bi virosa “HIV” di Îranê de heye, nûçeyê zêdebûna tûşbûyan bi vîrosa “HIV” di riya mifahsitandin ji dermanên serxweşker, madeyên wurojêner û pêwendiyên cinsî belav kir.

Merziye Wehîdî Destcêrdî, Wezîrê Saxlemiyê û Derman, bi amajekirin bi vê ku di warê tûşbûyên virosa “HIV” di berdest de nine, dibêje: Niha 22 hezar tûşbû di Îranê de hene.
Wezareta Saxlemiyê, di Tîrmeha sala derbasbûyî de tûşbûyên virosa “HIV” ên tomarkirî 23 hezar û 125 kes ragihand. Amara ku tev amarên ragihandî ji aliyê wezareta Saxlemiyê ve ne wekhev in.

Bi gotina Destcirdî, bi awayek normal renge amarên îdzê di navbera hezar heya 500 kesan zêde bibe.
Li gor wê hesibandinê hejmara tûşbûyan bi virosa “HIV” ji sala derbasbûyî ve heya niha gerek amarên ragihandî ji aliyê Wezareta Saxlemiyê zêdetir nîşan daban, eva di halekê de ye ku li gor amara ji aliyê Wezareta Saxlemiyê ve hatiye ragihandin, pêtirî hezar tûşbûyên îdzê di Îranê de kim bûne.