Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ambargoyên nû yên welatên hevgirtî ên Ewropa hember Îranê

14:28 - 9 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: 3 bingehên bankî û zanistî yên rejîma Îslamiya Îranê, di navberek kêm mayî bi lihevkirina dawîn a Jinêv de, dîsan ketin nav lîsteya ambargoyên welatên yekbûyî yên Ewopayê de.

Li gorî nûçeyên ser bi rejîma Îranê, wezîrên Saman û Xezaneya Ewropa di civînekê de, biryar dan 3 bank û binyadên zanistî yên rejîma Îslamiya Îranê, bixin nav lîsteta ambargoyan de.

Yeketiya Ewropa piştî lêkolîneke berdewam di rûniştineke çend rojane de, 4 kesayetiyên heqîqî û hiqûqî, bo mînak Zanistgeha pêşeyî (Senetiya) Şerîf, disan xistin nav lîsteya durpêçkiriya xwe de.

Kesayetî û bingehên dorpêçkirî, pêştir jî di bin ambargoyên Ewropayê de bûn, lê çend meh pêş ji lîsteyê hatibûn derxistin.

Danustandinên Îran û (5+1), ku welatên Birîtaniya, Firanse, Rûsiye, Amerîka, Çîn û Almaniya di nav de cî digrin, heya 24’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, hatiye dirêj kirin û derfeta dawîn a lihevkirina navbera Îran û 5+1 tê hesibandin. Bi bawera karzanên siyasî bi sedema kifş kirina hêla sor ji aliyê rejîma Îranê ve pêkhatina han ne mimkin e.

Rejîma Îslamî ya Îranê di egera lihevkirinê de, xwastiye hemû ambargoyên aborî yên ku bi ser Îranê de hatinî pesen kirin bi yek carî ji holê rabin ku ev tişt ji aliyê giorûpa (5+1) ve mimkin nîne.