Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ji Îraqê xwastiye ku li dijî hejmuniya rejîma Îranê di deverê de be

16:45 - 21 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Amerîka daxwaz ji Îraqê kirye li hember hejmuniya rejîma Îranê li deverê de bi taybetî piştî hiloşîna rejîma Beşar Esd de bisekine.


Li gor çavkaniyekê ku “Şefeqnews” haydar kiriye, berpirsek bilin yê Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku rêgiriyê ji zdebûna hejmuniya rejîma Îranê di deverê bi taybetî piştî hiloşana rejîma Esed bike, û tirsa Waşîngtonê jî ji zêdebûna desthilata rejîma Îranê di deverê de piştî roxana rejîma Sûriyê neveşart.
Li gor çavkaniyê, berpirsên Îraqê pêdagirî kirine ku li hember hejmuuniya rejîma Îranê di deverê de disekirin û her binpêkirinek li dijî serweriya welatan ji aliyê rejîma Îranê ve red dikin.
Piştî hiloşana rejîma Beis a Îraqê, desthilatdarên Amerîkayê berdewam rejîma Îranê tawanbar dikin ku dest di kar û barê Îraqê werdidin û destnîşankiriyên Tehranê biser karbidestên Bexdayê de disepînin.