Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li dijî pîtandina yuraniyûma %5 li Îranê derket

14:38 - 2 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Berpirsek Amerîka nûçeyê razîbûna Amerîkayê li ser pîtandina yuraniyoma %5 li Îranê bi direw da zanîn.


Li gor rapora malpera “Radyozemane”, Waşîngtonê îzndana pîtandina yuraniyoma %5 li Îranê red kir û ragihandiye ku helwesta Amerîkayê nehatiye guhertin.
Çend rojane berî niha berpirsek dewletî yê Amerîkayê tev rojnameya “Los Angeles Times” ê gotibû: Ger rejîma Îranê daxwazên Amerîkayê û welatên dine zilhêz ên cîhanê li jêr çavdêriya bihêz a saziya Netewên Yekbûyî di pêwendî li gel bernameya navikî a xwe bi cih bîne, egera vê yekê heye ku Amerîka razî bibe li Îranê yuraniyoma %5 bihê pîtandin.
Ji aliyek din ve jî Wîktorya Oladn, berdevkê Wezatreta Derve a Amerîkayê di kongireyek rojnamevanî de got: Ez dikarim bêjim ku helwesta me tu guhertinek bi ser de nehatiye û em xwzyarê vê yekê ne ku Îran sozên xwe ên navnetewî weke ragirtina pîtandina yuraniyomê bi cih bîne.
Encumeta Tenahiyê a Saziya Netewên Yekbûyî çendîn car daxwaz li rejîma Îranê kiriye ku bernameya navikî a xwe rabigre, lê Îran li hember de dibêje: Em li hember givaşên Rojava biçok de nahên.
Pirsa ku heya niha bûye seba sepandina çendîn car tehrîmên abûrî bi ser Îranê de ji aliyê Şêvra Ewlehiyê a Saziya Netewên Yekbûyî ve.
Welatên Rojavayê Îranê bi vê yekê tawanbar dikin ku di hewla bidest xistina çeka navikî de ye û di wê demê de jî hewl didin ku pirsa navikî a rejîma Îranê di riya dîplomasî ve bihê çareserkirin.