Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka nema alîkariya malî a Îraqê dike

20:46 - 20 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Piştî ku Wezareta Darayî a Amerîkayê bakafirên rejîma Îranê tehrîm kirin, egera vê yekê heye ku alîkariyên xwe ên malî jî ji Îraqê re qut bike, ji berku riya esmanî daye rejîma Îranê ku ji Sûriyê re sîlahan dişîne.


Nûçegihaniya “Royterz” ji zarê raporek mehremane ve nivîsand, rejîma Îranê rojane dehan ton sîlah û teqemeniyan di riya Îraqê ve ji rejîma Sûriyê re dişîne, senatorek Amerîkayê îhtimala qutkirina alîkariyên wî welatî li ser Îraqê anî ziman.
Senatorê bi nav û deg yê Amerîkayê Can Têrî, bi amajekirin bi raporên pêwendîdar bi mifahsitandinên rejîma Îranê ji hêla esmanî û riyên erdî ên Îraqê, gefxwar ku renge Amerîka xwe ji alîkariyên malî ji Îraqê re biparêze.
Ew gotinên Can Kêrî piştî vê yekê tên ku Wezareta Darayî a Amerîkayê tehrîmek nû xist ser şirketên balafirên rejîma Îranê ku ji rejîma Beşar Esed re sîlah û teqemeniyan vediguhezin, û hat û çûya wan balafiran jî ji hêla esmanî a Îraqê ve ye. Lewma bi gotina Can Kêrî, egera vê yekê heye Amerîka alîkariyên malî ên li ser Îraqê bide sekinandin.