Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka rejîma Îranê bi piştîvanê terorîzmê da zanîn

15:42 - 1 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Wezareta Derve a Amerîkayê di rapora salane a xwe de di warê rewşa terorîzma cîhanî, rejîma Îranê bi “çalaktirîn piştîvanê terorîzmê” da zanîn.


Di rapora Wezareta Derve a Amerîkayê de hatiye: “ Di sala 2011’an de, Îran piştîvanê çalakiyên terorîzma dewletî bûye û çalakiyên xwe di vê pêwendiyê de pêtir kirine”.
Li gor rapora “BBC”, Wezareta Derve a Amerîkayê ragihandiye: Rejîma Îranê hewil dide li rewşa siyasî a piştî şoreşên nasikirî bi “Buhara Erebî” girîngiyê bi terorîzmê bide, herweha li hember givaşa zêde a derve bo ser rejîma Tehranê, mifahên xirab werbigre.
Rejîma Îranê bo cara yekemîn di sala 2005’an de ji aliyê Amerîkayê weke welatek piştevanê terorîzmê da zanîn.
Li gor rapora han rejîma Îranê dabînkirina sîlah û perwerdeya girûpêm terorîstî ên weke Hizbullaya Lubnanê û çend girûpên Felestînî berdewam dike.
Herweha rapora han rejîma Îranê bi alîkarê Elqaîde tometbar kir û ragihandiye, rejîma Îranê îzin bi endamên Elqaîde daye ku ji axa Îranê bo veguheztina pere û endamên Elqaîde bo başûrê Asyayê mifahê bistîne.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê