Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê welatiyekî Îranî-Amerîkî bi tawana dewr lêdana dorpêçan binçav kir

09:28 - 16 Kanûna Paşîn 2022

 Wezareta Dadê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, vê saziyê li bajarê “Şîkago”yê,welatiyê Îranî-Amerîkayî yê navê Kambîz EtarKaşanî, bi tawana hinardina teknolojiya, kelûpel û xizmetguzariyên neqanûnî bo Îranê, binçav kirine.

Her di vê derheqê de jî, Joseph Bonaulanta wezîfedarê taybet yê Polîsê Vekolînên Federal a Amerîkayê (FBI) li Bostonê jî,got: Kambîz Etar Kaşanî, bi tawana “Xapandina kompaniyên Amerîkayê, bona şandina pêkhateyên elekteronîkî yên bilind bo hikûmeta Îranê” hatiye binçavkirin

Rojnameya “Boston Globe” jî di raporeke xwe de belav kiriye ku: Pêka ragihandinên dozgerên wê dosyeyê, di navbera Sibata 2019`an û Hezîrana 2021`î de Kaşanî û hevkarên wî, bi rêya du kompaniyên sexte yên li Îmaratê, teknolojî û parçeyên Amerîkî ji bo hinardekirinê radestî Îranê kirine, lê wî ji kompaniyayên xizmetguzariyê re gotiye ku ev kelûpel dê ji Îmarata Yekbûyî a Erebî re werin şandin.